Malper | Civak | Çavdêrîkrina mafên mirovî li Kurdistanê

Çavdêrîkrina mafên mirovî li Kurdistanê

Alîkarê berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê herêma Kurdistanê diyar kir ku, wan ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwestine ku çavdêriya tevahiya sazî û yasayên herêma Kurdistanê bikin û ji bo baştirbûna asta mafên mirovan piştgiriya perwerdeyê bikin.

Dîndar Zêbarî alîkarê berpirsê fermangeha pêwendiyên derve derbarê vê mijarê  ji Rûdawê re got ku, ji bo baştirkirina rewşa mafên mirovan li Kurdistanê, planeke wan a stratejîk heye:

- Em wek hikumeta herêma Kurdistanê, di warê mafên mirovan de cîdî ne û me xwestiye ku di asta navneteweyî de rewşa mafên mîrovan li herêma Kurdistanê bê şopandin.

Berî heyamekî berpirsê mafên mirovan ê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo yê Iraqê Fransisco Mota di daxuyaniyekê de gotibû: “Li herêma Kurdistanê kêşeyên azadiya rojnamevaniyê mezin bûne.” Derbarê vê gotinê de jî Zêbarî got:

- Heftiya borî li Herêma Kurdistanê ji bo bilindkirina mafên mirovan civînek hate lidarxistin û hate sînordarkirin ku heta sala 2014ê bê pêkanîn.

Dîndar Zêbarî di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku, ji bona baştirkirina mafên mirovan li Kurdistanê gav bên avêtin, bi hemû grûp û aliyan re civîn sazkirine û ev yek jî wek rastkirina yasa, rewşa girtîxaneyan, mafên jinan, mafên zarokan, azadiya rojnamegeran binavkirin û wiha got:

- Me ji serokê herêma Kurdistanê xwest ku demeke zû yasaya bidestxistina agahiyan bipejirîne. Me li Hewlêrê hevkariyeke mezin ji beşa mafên mirovan a NY re kiriye. Wek hikumeta herêma Kurdistanê, beriya çar salan me ji NY xwest ku li herêma Kurdistanê ofîsekê veke û em ne ji wan welatan in ku di rêya çavdêrîkirina mafê mirovan astengiya çêkin.

Zêbarî got ku hikumeta herêma Kurdistanê ji bo gendeliyê planeke stratejîk daniye û wiha pêde çû:

- Me ji NY re gotiye ku, bila werin çavdêriya rewşê bikin û yasayan li ber çavan derbas bikin. Em amade ne ku, yasayên xwe bi yasayên navneteweyî re hemaheng bikin. Dergehên me ji bo meşandina karê rêxistina NY vekirî ne.

Di dawiya axaftina xwe de Zêbarî got:

- Me ji NY xwestine bi armanca ku li herêma Kurdistanê asta mafên mirovan bilintir bibe, çalakiyên xwe yên di warê perwerde û rahênanê zêde bikin.”



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Polonya Digirî

Piştî frokeya serokkomarê Polonya û ketî xwar û têde, serokkomar Lech Kaczynski û jina wî û herweha bi dehan ji desthilatdariya Polonya jiyana xwe ji dest dayîn, rewşa polonya hate guhertin. Rusya li ser vê bûyera trajîk şîn ilan kir. Polonya bi xwe di nav şokek mezin deye. Polonî hemî di şînê de ne. Gelek tişt li ser vê bûyera trajîk têne gotin. Lê dixweye piştî lêkolînên teknîkî bi temamî dawî werê, dê sedemên ketina frokeyê jî bête zanîn. Lê gora xeberên tên gotin şucê pîlota geleke. Miletê Polonî ji serê sibehê de daketin kilîseyan da ku kesên jiyana xwe dest dayîn bîrbînin. Bi dehên hezaran polonî li ber Qesra Serokomariyê gihan hev û meydan pêşîya Qesrê bi gula xemilandin. Ji bo rêzgirtina kesên di vê bûyera trajîk de jiyana xwe ji destdayîn polonya bi tevahî digrî. ...



Human Rights Watch rêjîma Sûrî gunehbar dike
Roja pêncşema bûrî (11/3) HRW raporek li ser rewşa sûrî weşand tê de diyar kir ko çewsandin û perçiqandina çalakvanên mafê mirovan li Sûrya  zêde ...
10'ê Berfanbar
10'ê Berfanbar Di sala 1948’an û di rojekî wekê îroyê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyiyê ve ev roj wekê roja Mafê Mirovan hatiye bijartin û heta ...
4'ê Avrêl
4'ê Avrêl Di sala 1968’an û di rojekî wekê îroyê de Martin Luther King hate kuştin. Martin Luther King, jr. (15'ê rêbendanêa 1929 li Atlanta, Georgia; † ...
Kerkûkî: Tecrûbeya demokratîkbûnê li Kurdistanê bi hêsanî nehatiye bidest xistin
Duhî serokê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî bi cêgirê sekreterê giştî yê NY yê ji bo karûbarên mafên mirovan re civiya.Di hevdîtinê de Kerkûkî daxwaz ji ...
8'ê Gulan
8'ê Gulan Di sala 1961’an û di rojekî wekê îroyê de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate damezrandin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, (Amnesty International-AI), saziyek ...