Malper | Civak | Kurdistan: Gora komkujiyê

Kurdistan: Gora komkujiyê

Li hemî derî hestiyên insana derdikevin û Kurdistan bûye gora komkujiyên komelî.

Piştî kolandinên li Diyarbekir devera Deriyê Sarayê eşkere bû kû gelek kes di salên 90 î de bi destê dezgehên dewletê hatine kuştin û her cesedên wan binax kirine. Heta niha li Deriyê Sarayê laşê 16 kesan  di bin binyata avahiya JITEM-ê de hatiye derxistin. Kolandin berdewam dike.

Piştî vê li devera Navça Silopî li baregehek leşkerî de li ser agahdariyekî kolandin hatin kirin û hinek hestiyên insana hatin dîtin. Hatibû ragihandin ku salên 90 ê 6 gundiyên kurd hatin binçavkirin û birin baregehê leşkera li devera Silopî.Lê tu cara ew 6 gundî ji baregehê derneketin û akibeta wan nehat zanîn.

Niha jî li devera navça Basa di nava baregehek leşkerî de li ser agahdariyekî dest lêkolînê hatiye kirin.

Ev kolandin hemî bi fermana dozerê xwedî desthilatdariya taybet yê li Diyarbekirê têne kirin.

Di salên 90 î her avahiyek ya JITEM û baregehên leşkerî bibûn cihê girtin, îşkence kirin û kuştinê. Her baregehek dikare gorek ya komelî be.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Tirkiye çepên netewî pişgirya rejima Suriye dikin (Vîdeo)

    Li Tirkiye bajarê Hatayê(Antakya) xepêşandanek ji bo pişgiriya rejima Suriye û serokê vê rejimê Bişar Esad  hate darxisntin. Nêzikî 2 hezar kes li nawenda bajêr ...



Kurdistan hemî wek gora komkujiyê ye
Salên  90-î li Bakurê Kurdistanê salên tarîn e.Di van salan de zêdeyî 17 hezar kurd ji aliyê hêzên dewletê ve tarî, ronahî ferk nake hatin ...
PKK-ê li Iskenderunê êrîşê baregehek leşkerî kir
Li Îskenderunê, çekdarên PKK-ê êrîşek birin ser baregehek ya hêzên deryayî û di encam de 6 leşker hatin kuştin û 9 jî birîndarin....
Sûrî: 120 leşker û 38 hevwelatî hatin kuştin
Li Sûrî çikas diçe rewş aloz tir dibe. Li gora ajansa Reutersê ragihandî, li devera bajarokê Cisir El Şixurê di cihekî de 40 leşkerên Sûrî ...
Li Îranê di baregeha leşkerî de teqîn
Di baregeha leşkerî de teqîn çêbû kêmasî 15 kes hatin kuştin....
ELÇÎ : Faîlên nediyar di bin kontrola JİTEMÊ de ne
JİTEM li Tirkiyeyê bûye sembola dema tariyê û kuştinên faîlê nediyar jî di bin kontrola JİTEMÊ de hatin kirin.Serokê Baroya Şirnaxê Nûşîrvan Elçî da zanîn ...