Malper | Civak | Weqfa Barzanî bo kê hinartin û dane kê?

Weqfa Barzanî bo kê hinartin û dane kê?

Xaniyên ku dezgehê xêrxwaziya Brazanî ji bo qurbaniyên erdhêja Wanê rêkirîn li ber Kelha Wanî wek gundekî hatine danîn. Lê şûna qurbaniyên erdhejê mamusta di tê de cih kirine.



Piştî erdheja bajarê Wanê, Dezdehê xêrxawziya(Weqfa) Berzaniyê Mezin gelek xaniyên prefabrik bi 113 TIRan ji Başûrê Kurdistanê bo xelkê Wanê hinartibûn. Ew xanî li rex Keleha Wanê wek bajarekî hatine birêzkirin û her tiştê nûjen di wan de heye. Lê mixabin di şûna Kurdan de, niha walîtiya Wanê, mamosteyên ku zarûkên Kurdan fêrî TURKUM DOGRUYUMê dikin tê de bi cih kiriye, hem jî tam 384 mamoste.

Lê tiştê balkêş ev e ku resmê Berzaniyê Mezin li ser dîwarê wan xaniyan heye û li ser lewheya ku li keviya bajarokî çikandine jî, navê Berzanî bi tîpên gir nivîsîne.

Di nava Kurdan de hin meselok hene, dibêjin: Ne karê aqilan e, lê rast e. Eger niha Berzaniyê Mezin ji gora xwe rabûna û dîtibûna ku di binê navê wî de zarûkên Kurdan diheşîfînin, dê çi gotibûna? Xwedê dizane, belkî wî jî ew mamoste fêrî zimanê kurdî kiribûna. De ka em li encamê binerî…

Rojevakurd/Wan

 

Du dîmen ji gundê Barzanî:

 


Nêrîn (1 nivîsand):

Balagesh di 23/01/2012 07:41
avatar
Hûn tirkan nas nakin? Bextê Romê heye?

Xwezî we pere bi destên xwe bidana qurbaniyên erdhejê. We bir teslîmê romiyan kir, helbet ew jî wisa dikin.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

Neviyê Seyîd Riza ji dewleta Tirk çi dixwaze?

Rustem Polat Neviyê Seyîd Riza li hevpeyvîneke telefizyona IMC de lêborîna Erdogan ya di derbarê komkujiya Dersimê de dinirxîne û her wiha ji Serok Komar û Serok Wezîr û hemû rêxistinên dewleta Tirk daxwaza termên bav û kalên xwe û termên hemû şehîdên wê komkujiyê dike....



Serokê Kurdistanê Serxweşiya malbata qurbaniyên erdheja El Ezîzê kir
Bi awayeke eşkere em hevxemiya xwe ji bo hemû kesukarê qurbaniyan derdirîn û ji xwedayê mezin hêvî dikîn gelê Tirkiye yê dost ji hemû nexweşiyek biparêzê û qurbaniyan jî bixe li ber rehmet û dilovaniya xwe û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwazim....
Keçên Dersimê yên wendayî
Kurdistaniyên hêja!Ev demeke dûre ez bi Kurdî nanivîsînîm. Sedemên wê pir alî ne. Ji ber ku ez endamê şaredariyê me, ez niha di nava civaka ...
Stokholm: Civînek ji bo qurbaniyên erdheja Wanê
Îro roja yekem ya cejna qurbanê, li Stockholmê qurbaniyên erdheja Wanê hatin birnanîn. Ji bo rêzgirtin li qurbaniyên erdheja Wanê, Hevkariya hêzên siyasî yên Kurdistanê ...
Li Oslo teqînek mezin çêbû
Li paytetê welatê Norvec li Oslo teqînek mezin çêbû. Li gora medya Norvecî ji teqîn nêzikî xaniyê serokwezaratiyê û wezareta petrolê çêbûye. Li gora peyamnêrê ...
Balefirên şerî gundên kurdan bombebaran kirin
Li bakurê bajarê Helebê ku ji çend rojan de êrişên rejîma Sûriyê didomin, gundê kurdan Xirêbkê jî kete ber bombebarana firokeyên şerî yên rejîma Esedî. Mistefa ...