Malper | Civak | Grûpeke nû di nav YNKê de ava bû

Grûpeke nû di nav YNKê de ava bû

Hijmareke endam û kadiroyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Kerkûkê, li dijî kutle-kutleçîtiyê di nav rêxistinên YNKê de, grûpek bi navê Grûpa Rêxistina Azad li Kerkûkê, ava kir.

Grûpa nerazîbûnê le hember kutleçîtiyî û taximçîtiyê di nav YNKê de, bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragehand û ew grûp di daxuyaniya xwe de dibêje:

- Eve salek û nîve piştî kongreyê em li bendê bûn ku rewşa rêxistina YNK li bajarê Kerkûkê baştir bibe û  êdî berprisên bajêr  bi aqilê kutleçîtiyê digel endam û kadiroyan teserifê nekin. Lê mixabin fêde nekir, wan berprisan zêdetir dirêjî bi teserifên xwe de û kadiroyên xwe îhmal kirin.

- Em gihiştîne wê baweriyê ku qed kutleçî û berprisên bajêr ne di xema rêxistinên YNKê de ne û tu gav ji bo çaresrkrina aloziyên nav rêxistinê neavêtin. Ji ber hindê me biryar de ku grûpekê li dijî kutleçî û tximgeriyê bi navê Grûpa Rêxistinên Azad li Kerkûkê ava bikin.

- Me hemû rê girtin ber xwe, me li hemû deryan xist, lê mixabin tu kesî bersiva me neda. Bo me diyar bo ku YNK hemû pirensîpên hizbayetiyê ji dest dane û awayekî sîstema merkezî afirnadiye ku ev jî ji bona parastian desthilatên çende kesan e ku, dest ji Kerkûkê berdane.

Grûpa navborî di daxuyaniya xwe de diyar dike ku berpirsê melbendê rêxistinên YNK li Kerkûkê kutleyek ji xwe re çêkiriye û   ne politburo û ne jî serkirdeyên YNKê nikarin tu çalakiyekê li bajêr encamp bidin.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Brader li ser Şoreşa Sûriyê distirê(Vîdeo)

  Li gora Avesta Kurd ragihandî hûnermendê kurdê navdar Brader Musikî li ser Şoreşa Sûriyê klîpek çêkir.Stran bi kurdî û erebî ye û gotin û muzîka ...



Sekreter û sê endamên karger îstîfa kirin
Êşa nakokiyên nav rêzên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê rêxistinên wê yên cemawerî jî vegirt. Di daxuyaniyekê de sekreterê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê ya ser bi YNKê, sê endamên ...
Federasyona Rêxistinên Nehikûmî li hemer topbarana sînoran piştevaniya hikûmetê dikin
                 Duhî Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê li nivîsgeha xwe ya li parlamentoyê pêşwazî li şandeyeke bilind a Federasyona Rêxistinên Nehikûmî yên Kurdistanê ...
Daxuyaniya serok Barzanî li ser Kerkûkê
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di malpera xwe ya taybet di Facebookê de helwesta xwe li hember meseleya bajarê Kerkûkê zelal dike û di wî warî ...
Serokatiya Kurdistanê bo Malikî: Nasnameya Kerkûk kurdistanîye
  Duhî Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê civîna civata wezîrên hikûmeta Îraqê li bajarê Kerkûkê saz kir. Malikî, ji bo parastina xwe, çendîn lîwayên arteşa Îraqê û ...
Hijmareke kadiroyên YNKê îsîtfa kir
Hewlêr 8/8/2011- Çend kadiroyên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku, hindek ji wan endamên serokatîya YNK û endamên parlamentoya Kurdistanê ne, nameyên îstîfakirinê ji rêzên YNK  ...