Malper | Civak | Wali:Bûyera Qilebanê wek heleqekî bi hev re girêdayi ye

Wali:Bûyera Qilebanê wek heleqekî bi hev re girêdayi ye

Malbatên qurbaniyên Robiskê li gel waliyê Şirnex hevdîtinek pêkanîn û di derbarê komkijiya li Qilebanê hatî kirin û li ser naveroka lêpirsîna ku di vê bareyê de tê kirin pirs ji waliyê Şirnexê kirin. Waliyê Şirnaxê ji gundiyên Robiskê re got: Ji bo ev pirs zelal bibe tişta bê milê min ezê bikim. Wali got: Hatibû gotin ku barê hêstiran silahin. Lê min bi xwe hinek rêkirin û lêkolîn kir.Barê hêstira kontrol kirin. Me dît ku tiştên hatîn gotin derewe û barê histira ne silehin.

Muxtarê gund Haşim Encu jî di derbarê vê hevdîtina li gel waliyê Şirnexê Vahdetin Ozkan hatî kirin de got: Walî li ser vê bûyerê hinek nirxandin kirin.Me qet behsa pereyên wek tazmînat bidin nekir. Ji ber ku em ne pera dixwazin. Daxwaziya me adalet e.

Di hevdîtênê de  ev gotubêj di nav gundiyên Roboskî û Waliyê Şirnex de derbas bû:

Ev bûyer heta niha çima nehatiye zelel kirin?

Ev ne bûyerek kiçik e di cih de bête zelal kirin.Gelek heleqe bi hevre girêdane. Ev ji leşkerên li gund heta serî direj e.

Ji bo çi  agahdariyên Herona yên di destê leşkerande ne heta niha ji dozer re nehatiye rêkirin?

Agahdariyên Herona niha ji aliyê serofermandariyê ve têne lêpirsîn.Piştre dê ew agahdari ji bo dozerê Qilebanê bêne rêkirin.

 Piştî bûyerê me cenaze anîn em hatin. Lê leşker çûn deverê ji bo çi çûn?
Hatibû gotin ku barê hêstiran silahin. Lê min bi xwe hinek rêkirin û lêkolîn kirin.Barê hêstira kontrol kirin. Me dît ku tiştên hatîn gotin derewe û barê histira ne silehin.

Kî ev agahdarî dan we?

Lêpirsîn niha bi awayek nehînî tê kirin, ez nikarim ji we re bêjim.

Dema gundî çûn kaçaxiyê û ev bûyer bû,me hemî agahdarî dabûn cihên pêwîst. Me arîkarî xwest lê tiştek nebû. Bombebaranê berdewam kir. Kî hesabî vê bide?

Roja bûyer bûyî ji demjimêr 17.00 heta 21.00 çi axvtinên bi telefonê bûne hemî niha di destê me de ne û li ser lêkolin tê kirin. Çi kesê di vê pirsê de ihmala wan hebê wê bêne kifşkirin û tişta pêwîst bête kirin.

Gelo emê heta kengê hêviyê bin ku tawanbar bêne eşkere kirin û darizandin?

Ez êşa we fam dikim.Lê biçekî din sebrê bikin.Bimînin hêviya encama lêkolînê.Dê di nava 3 mehan de ev pirs zelal bibe.

Rojevakurd/Şirnex

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Belgefîlmek li ser jiyana Rewşen Bedirxan (video)

1- Hezîrana 1992-ê Jinmîra Botan, serkaniya rewşenbîrî û azadiya jina kurd ji nav me koça dawî kir. Îro di salvegera koçkirina Mîra Botan Rewşen Bedirxan de , ew wê yad dikin......



Barzanî çima 40 hezar dolar da
 Şandeke herêma Kurdistanê bi serokatiya waliyê Duhokê Temer Remezad bi nûneratiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî merasima sersaxiyê ya qurbaniyên Roboskê bûn û li ser ...
Komkujî bi plankirî hatiye kirin
Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) û MAZLUM-DER ji bo li cihê bûyerê yê ku ji aliyê balefirên şer ên rejîma Tirk ve hatiye bombebarankirin lêkolînê bikin ...
Dê Guçlu û Burkay jî agahdariyê bidin
Li gora nûçeya Îsmail Avci ji rojnama Zaman a tirkî,dê siyasetmedarên kurd Îbrahim Guçlu û kemal burkay di derbarê kuştinên PKK-ê di nava xwe de ...
Atalay:Wê Tirkiye vê pirsê çareser bike.
Fadime Ozkan hevpeyvînek berfireh li gel Beşûr Atalay kir....
Beşek ji kurdan çi dibêjin..?
Hinek siyasetmedar, rewşennbîr û nivîskarên kurd, di derbarê doza ji aliyê dozerê xwedî desthilatdariya taybet li Diyarbekirê ji bo kujerên failê wan ne diyar hatî destpêkirin û di nav de kuştinên ku rêxistinên wek PKK-ê û Hizbulahê jî kirîn, dîtinên xwe gotin....