Malper | Civak | Parlementerên Kurdistanê serdana Roboskî kirin

Parlementerên Kurdistanê serdana Roboskî kirin



Şandek a parlementoya Kurdistanê serdana Roboskê kir. Şandek ku ji 9 parlementerên parlementoya Kurdistanê pêkdihat ji bo sersaxiyö li kes û karên qurbaniyên komkujiya Qilebanê bikin serdana Roboskê kirin.

Parlementerên Kurdistanê, Şoreş Mecid, Sabah Beytullah, Dr. Ahmet Verdi, Salih Toma, Abdurahman Hisên, Serdil Tahsin, Beyan Ahmet, Sergul Karadaxi , Berfin Hesen û Serbest Zexoyî  ji aliyê gundiyên Roboskiyê ve gelek bi germî hatin pêşwazî kirin.

Li meydana gund, gundiyan tevî serokê BDP-ê yê Şirnex Baki Sandak, serokê PDP-ê yê navçeya Qilebanê û cigirê serokê bajarvaniya Qilebanê pêşwaziya şanda parlementoya Kurdistanê kirin.

Parlementerê PDK-ê Sabah Beytullah di taziyê de axavtinek kir. Beytullah di axavtina xwe de got:  Ev komkujiyek li dijê miletê kurd e, êşa we êşa kurdan ya hevbeş e.

Beytullah got: Em di serî de bi navê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û hemû gelên Kurdistanê sersaxiyê lê we dikin. Em ji bo şirîkatiya xema we liv ê derê ne.

Baytulah berdewamiya axavtina xwe de got: Kuştin û rijandina xwînê tu cara nebûye çareserî. Ev yek  bi rêya diyaloge tê çareser kirin. Vêca dema ku mirov rûnê li ser mase hatiye.

Herweha parlementerên jin jî li mizgefta gund li gel jinan û diyên qurbaniyan hatin bahev. Dayika weneyên zarokên xwe yên  di komkujiyê de jiyana ji dest dayîn rakiribûn.
Herî dawî şanda parlementerên Kurdistanê tevî xelkê serdana qebristana qurbaniyan kirin û ji deverê veqetiyan.

Rojevakurd/Şirnex


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Mîr Celadet Bedirxan

Belge fîlma li ser dîroka xebata mîrên Botan malbata Bedirxaniyan - beşê sêyem...



Barzanî çima 40 hezar dolar da
 Şandeke herêma Kurdistanê bi serokatiya waliyê Duhokê Temer Remezad bi nûneratiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî merasima sersaxiyê ya qurbaniyên Roboskê bûn û li ser ...
Ermenistan Konsolxaneya xwe li Hewlêr vedike
Îro şandeke parliyamenterên Ermenistanê bi Serokatiya Robîn Sadoyan serdana Kurdistanê kir û ji aliyê Serokê Parlementoya Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin... ...
Tatlise di Ak Partiyê de dibe parlementer
Îbrahîm Tatlises xwe ji siyasetê re germ dike û di Ak Partiyê de dibe parlementer......
Nêçîrvan Barzanî: Divê rijiyana vê hemû xwînê raweste
  Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di malpera xwe ya Facebookê de, peyameke hevxemî û sersaxiyê pêşkeşî malbatên qurbaniyên bombebarana gundê Roboskî li Qilebana ...
Şandeyeke parlamentoya Kurdistanê li Londonê ye
    Kemal Kerkûkî serokê parlementoya Kurdistanê bi serokatiya heyeteke parlementerên parlementoya Kurdistanê bi serdaneke fermî gehêşte Londona paytexta Beritaniyayê .Heyeta parlementoya Kurdistanê bi serokatiya Kemal ...