Malper | Civak | Hêjmara qurbaniyan zêde dibe

Hêjmara qurbaniyan zêde dibe

Kolandinên li binyat û derdora  baregeha JITEM-ê ya kevin a Diyarbekir berdewamin. Hêjmara  kiluxên mirovan  yên ji bin axê derdikevin zêdetir dibin. Heta niha hestiyên 23 kesan ji bin êrdê derketine. Roj bi roj hijmar zêde dibe.

Kes û karên mirovên  ji aliyê JITEMÊ  ve hatîn girtin û winda bûyîn, îro li Diyarbekir bi rêya Komeleya Mafê Mirovan  gilî kirin ku kujerên mirovên wan bêne kifşkirin.

Di vê derbarê de sekreterê komeleya mafên mirovan yê şaxa Diyarbekir Raci Bilici daxuyaniyek da û got: Eger hukumet bixwaze dikare kujeran eşkere bike. Me gelek cara di vê derbarê de çêroka kesên ku winda bûyîn û bi destê hêzên tarî hatîn kuştin ji berpirsên hukumetêre gotiye. Lê mixabin heta niha tiştek nehatiye kirin.

Di vê derbarê de serokwezîrê Tirkiye Erdogan doh axavtina ku di guruba partiya xwe de kirî got: Emê heta dawiyê li ser pirsên ku heta niha nehatî zelal kirin bisekin da ku em van pirsa zelal bikin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Encama serdana Serok Barzanî ya li Tirkiye (video)

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Abit Gurses li bernameya Bergeha Aso Tv de bi rêvebirê bernamê rojnamevan Cemal Batun de serdana Serok Barzanî ya Tirkiye û derencamên wê serdanê dinirxînin. ...



Ev Jitem e
Ev bi çendê salaya hayina rexistina îstixbarat a cendirma JITEM ji aliyê dewletê ve tê inkarkirin. JITEM li Kurdistanê dijî tevgera kurd bi çerçova projeyekî ...
Kurdistan hemî wek gora komkujiyê ye
Salên  90-î li Bakurê Kurdistanê salên tarîn e.Di van salan de zêdeyî 17 hezar kurd ji aliyê hêzên dewletê ve tarî, ronahî ferk nake hatin ...
Serokê CHP-ê yê Diyarbekir jî doza lêborînê kir
Serokê CHP-ê yê şaxa Diyarbekirê ji bo qetlîama Dersimê doza lêborînê kir. Lê Nawenda CHP-ê ev yek jê qebûl nekir û rêxistina bajarê Diyarbekir fesih kir....
Bila operasyon bisekinin û ji dev çakan bê berdan
Li Diyarbekir partiyên siyasî û dezgehên sivîl hatin ba hev û bangek hevbeş kirin. Partiyên siyasî û dezgehên sivîl ji dewletê xwestin ku operasyona bisekinînin ...
Ji bo baweriyê divê qonaxa tarî ronî bibe
Li Tirkiye piştî hatina Ak Partiyê li ser hukum gelek guhertin hatin kirin, piraniya van guhertinan bi awayekî muhasebeyek li gel sistemê bi xwe bû. ...