Malper | Civak | Îhtimale ku ev hestî yê dema dadgehên istiqlalê bin

Îhtimale ku ev hestî yê dema dadgehên istiqlalê bin

Parlementerê Diyarbekirê yê Ak Partiyê Galip Ensarioglu li ser kolandinên Deriyê Serayê û hestiyên ji bin erdê derdikevin ji televizyonek taybet re axivî. Kanal a Haberturk di v  derbarê de hevpeyvînek li gel Ensarîoglu kir.

Galip Ensarîoglu di derbarê hestiyên ku li derdora zindana berê û baregehê kevin a JITEM-ê yê di nava sûrhên Diyarbekirê de dîtinên xwedi bernameyek taybet de gotin.

Di vê derbarê de Ensarîoglu got: Niha ev kelox û hestiyên derdikevin dixweyê gelekî kevnin. Wek tê zanin ji sala 1880-ê ev avahiya kevin wek zindana Diyarbekir bû. Ev heta salên 70-î berdewam kir. Li vê derê dadgehên istiqlalê vekirin û bi navbera salên 1910-ê heta 1925-ê bi hezaran insan hatin girtin û bi awayek hovane hatin idam kirin. Îhtimalek mezin e ku ev hestiyên niha ji bin axê derdikevin yên wan kesên ku wê demê de hatibin idam kirin û kuştin.

Di berdewambûna axavtina xwe de Ensarîoglu got: Salên 90-î ev der wek baregeha JITEM-ê bû. Eger ev hestî yên kesên di dema salên 90-î de bûna gerek cilên wan li ser wan hebûna. Ji ber ku JITEMÊ xelk dukiştin û tevî cilûbergên wan binax dikiran. Bê goman dema ez dibêjim ihtimala ku ev hestî yên dema dadgehên istiklalê ne , ev nayê wê wateyê ku JITEM-ê xelk nekuştine. Lê dixweyê ev hestî ji salên 90-î kevintirin.


Ensarîoglu da kifşkirin ku; ev ne wek cihê tirbane, ev wek cihê gora komkujiyê ye. Ji ber ku xelkek hatiye kuştin û hemû di cihekide weşartine. Niha lêkolîn li ser hestiyan têne kirin. Piştî lêkolînên zanyarê dê bête zanîn ku ev hestî yê kîjan demîne.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Sînemxan Bedirxan wêneya Mîqdat Mîdhat Bedirxan eşkere dike(Video)

Sînemxan Celadet Bedirxan şaşiyeke mezina rojnamevan û dîrokzanên Kurd derdixe holê. Bedirxan li hevpeyvîneke taybet de wêneyê ku heta niha bi navê Mîqdat Mîdhat Bedirxan (Sernivîskarê Rojnameya Kurdistan 1898) hatiye belav kirin bi şaş dibîne û wêneya rastiya Mîqdat Mîdhat Bedirxan eşkere dike... Kerem bikin hevpeyvîna Sînemxan Celadet Bedirxan ya li gel Televizyona Kurd1 temaşe bikin....



Ensarîoglu: Divê şer nemîne
Serokê odeya pişesazî û bazirganiya Diyarbekirê Galip Enserî Oglu li ser rewşa çareseriya pirsa kurdl li Tirkiye tevlî konferansekî bû. Ev konferans ji aliyê Komkarê ...
Di Ak Partiyê de rûyên nû
Dema hilbijartina nêzîk dibe û hêdî hêdî dê kî di kijan partiyê de bibe berendamê parlementoyê jî tê xeberdan. Li gora medya Tirkî radigihîne parlementerên ...
Gul: Zimanê dê mafek e
Neveroka serdana serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul ya Diyarbekir di hinek waran de eşkere dibe. Dema Gul li Diyarbekir bû roja dawî ya sala 2010-ê taşta ...
Li Diyarbekir civîna" Vekirina Demokratîk "
Diyarbekir - Li Diyarbekir di nawenda Cegerxwin ya  çandî de, civîna di bin nave `` Di rêya diçe aşitiyê de vekirina demokratîk`` de civînek berfireh ...
Karsazên jin di 8-ê adarê de li Diyarbekirê ne
Diyarbekir – Bi pêşengiya Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê, karsazên jin dê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Diyarbekirê bicivin. Serokê TOBB’ê Rifat ...