Malper | Civak | Xeznewî bi fermana muftiyê Sûriyê hatiye teror kirin

Xeznewî bi fermana muftiyê Sûriyê hatiye teror kirin

Rêvebirê berê yê ofîsa ragehandina muftiyê Sûriyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku bi fermana mufityê Sûriyê Ehmed Bedredîn Heson, şêx Meşuq  Xeznewî hatiye kuştin.

Şêx Ebdulcelîl Seîd rêvebirê berê yê ofîsa ragehandina muftiyê Sûriyê ku, berî heyamekî ji rijêma sûrî veqetiyaye, di daxuyaniyekê de behsa çîroka kuştina şêx Meşûq dike dibêje:

- Şêx Meşûq Xeznewî serdana baregayê xwendinê îslamî li bajarê Şamê ku, dikeve nêzîkî ofîsa muftiyê Sûriyê, kiriye û her wê êvarê biryar bû digel mufityê Sûriyê Ehmed Bedredîn Heson bicive. Lê belê beriya dîdar pêk bê, Xeznewî terror kiriye.

Li gor Ebdulxelî, muftiyê Sûriyê heta nuha yek ji wan kesane yên ku bi dijwarî bergiriyê ji rijêma Beşar Esed dikin û “destê muftiyê Sûriyê di kuştin û dûrxistina gelek zanayên olî de heye.”

Berprisê berê yê ofîsa ragehandina mutiyê Sûriyê herwesa ew yek jî eîkere kir ku, ji destpêka şoreşa gelê sûrî heta nuha zîdetir ji 223 zanayên olî hatine girtin û bi awayekî direkt destê muftiyê Sûriyê di giretina wan kesan de hebûye.

Weke tê zanîn,  şêx Meşûq Xeznewî ji bajarê Qamişloyê ye û di roja 10.05.2005ê de ji aliyê rijêma Beşar Esed ve hat girtin û piştî sê roja ji îşkencedanê kuştin.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Konferansa rojnemevanî ya Barzanî û Davutoglu(Vîdeo)

Piştî civîna di navbera serokê Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiye pêkhatî , konferansek rojnemevanî hate sazkirin....



Mehlis: Bi fermana Beşar Esed Elherîrî hatiye kuştin
Dozgerê almanî û serokê berê ya komîteya lêkolîn û lêpirsîna navnetewî `Detlev Mehlis` ya derbarê terorkirina Refîq El-Herîrî serokwezîrê berê yê Libnanê, ragihand ku bi ...
Malbata Beşar Esedê dest bi firotina milk û malê xwe kiriye.
Li gor nûçeyeke rojnamye Daly Telegraf ya berîtanî di jimara xwe ya duhî ya roja înîyê de eşkere kriye ku endamên malbata Beşar Esedê serokê ...
Rejima Sûrî berê xwe da kurda
Doh hêzên ewledarîya Sûrî du kesên ji opozisîyona kurdên Sûrî Ebdul Qadir Xeznewî û Ebdul Semed Elî yên ji bajarê Qamişlo girtin. ...
Celal Talebanî careke din pişta Beşar Esed girt
Celel Talebanî serokomarê Îraqê bi rêya nûnerê xwe nameyeke piştgiriyê ji bo Beşar Esedê serokomarê Sûriyayê hinart.Li gor rojnameya Tişrîn (http://tishreen.info/_default.asp?FileName=42003595020110823061322) ku, rojnameya fermî ya ...
Konserta piştgiriya şoreşa Sûrî pêkhat
Li Almanya bajarê Bonnê mezintirîn konserta piştgiriya şoreşa Suriyê hate çêkirin.Li ser navê komîteya amadekar Akif Hasan û Yusuf Elo bi xêrhatina mêvanan kirin.Di konsertê ...