Malper | Civak | Dilê tirkan bi direwan xweş dibe

Dilê tirkan bi direwan xweş dibe



Rojnamevanê tirk Can Dundar di nivîseke xwe de dibêje ku dilê tirkan bi direwan xweş dibe û dinivîse:

- Rojnameya Independent ya Birîtanî di nûçeyeke xwe de îşaretê bi wê yekê dike ku abûriyê Tirkiyeyê di demek kurt de dê weke abûriya Yunanistanê biherife. Lê em bi wê derewê kêfxweşin ku abûriya me têk naçe.

Dundar di nivîsa xwe de behsa girtina rojnamevanan dike û dinivîse:

- Nûha 100 rojnamevan di zîndanan de ne û hikûmet dibêje em di qonaxekê de ne ku azadiya ramanê gihiştiye kupîtkê. Di nav gemiya Tirkiyeyê de 9 hevwelatiyê tirk bi destê leşkerê Îsraîlî hatin kuştin û hikûmeta Tikiyeyê ji wergirtina tezmînata bo wan qorbaniyan dixebite. Lê ji aliyekî din ve balefirên şer yên tirkî li Ulederê(Roboskê) 34 hevwelatiyên xwe kuştin û dixwaze kevirekî li ser wê pirsê deynê û veşêre.

- Piştî Fransayê pirsa komkujiya ermeniyan derxistî rojevê, hikûmetê bi lezgîn û xwe enerî kir û sefîrê xwe ji Parîs kişand, lê pişt re bi dizî sefîrê me vegeriya ve Fransayê.

Rojnamevanê navborî di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje ku tevî van hemû vir û direwan, dema rapirsiyek tê kirin, encam wê yekê nîşan didin ku baweriya xelkê bi hikûmetê zêdebûye û xelk kêfxweş e. Wusa diyare em bi direwan kêfxweş dibin.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Axaftina Serok Barzanî li roja aştiya cîhanî (Video)

Îro sêşem 21/09/2010 Serokê Herêma Kurdistanê li ahenga roja aştî cîhanî ragihand, ji bo gelê Kurdistanê şanaziye ku ji bo vê ahengê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê diyar kiriye, heman demî de got: Eger bi aştî nebê, tu pirsgirêkek nayê çareser kirin....



Kerkûk pêşeroja têkeliyên tirk û kurdan diyar dike
Rojnamevanê tirk Nur Batur di nivîseke xwe de ku li malpera rojnameya Sabah hatiye weşandin, behsa serdan axwe ya bo Hewlêrê dike û diyar dike ...
Pêwistiya kurd û tirkan bi biratiyê heye
Rojnamevan Ebdulrehman Dîilipak di nivîseke xwe de li malpera Haber Vakti de weşandiye, behsa wê yekê dike ku Îraq ber bi parçebûnê diçe û rewşa ...
Pêwîstiya BDP û PKK bi stratejîyeke nû heye.
Rojnamevan Mehmet Ali Bîrand di nivîseke xwe de ku di rojnameta tirkî Hurriyetê de weşandieye, behsa siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê a li hember tekoşîna serbazî li ...
Kurdistan ji aliyê Tirkiye ve fermî tê naskirin
Rojnemavanê tirk Cemal Uşşak di nivîseke xwe de ku, di malperê Café Siyaset de weşandiye, behsa rastiya hebûna herêma Kurdistanê dike û dinivîse:- Berî her ...
Sistema navdewletî pirsa kurd çareser dike
Rojnamevan Ergun Babahan di nivîseke xwe de behsa çaresriya pirsa kurd li Tirkiyeyê dike û dinivîse ku eger hikûmeta Tirkiyeyê pirsa kurd çarser neke dê ...