Polîtîk

Ciwanê tevgerê hate binçavkirin

Ciwanek yê Tevgerê li Ruhayê ji aliyê polisan ve hate binçav kirin.Di derbarê girtina Ciwanê tevgerê de , endamek yê Tevgera ev daxûyanî da:Hevalê me Şiyar Şerîf Özberk 06.09.2017 de di seet 14:00 de li bajarê Ruha yê ji aliyên hêzên dewleta tirk ve hate girtin û heta nuha jî di binçavde ye.Hevalên me, malbat û parezerên wî 3 rojin hewil didin ku bizanin ji ber kîjan tometê hetiye binçav kirin, lê belê rayedarên emniyeta tirk tenê dibêjin “ji aliyê buroye dijî terorê ve hatiye girtin” û tu agahiyek din nadin.Kekê Şiyar, bixwe ji Surica (Suruç) navçeya bajarê Ruhayê ye, endamê malbateke welatparêze û malbata wî di tekoşîna netewî de bedel daye. Kak Şîyar bixwe jî ji 3 salî zêdetire ku weke endamê Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Stenbolê di nav kar û xebata siyasî de ye, hevalekî gelek zîrek û çalake.Li ser rewşa kekê Şiyar her ku em ji heval/malbat û parêzeran agahiyan bigrin emê van agahiya bi raya giştî re parvebikin.Di bin kîjan şert û zirûfan de be jî em ji hevalê xwe bawerin û di van rojên nexweş û zahmet de em dixwazin bê zanîn ku bi hemû rengî em piştevanên hevalê xwe ne.

Back to top button