Civak

DAIŞ êrişî Kurdan dike

Berpirsekî PDKê li Xaneqîn dibêje, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, DAIŞê berdewam êrîş dike ser gundên Kurdan li Xaneqîn û gefan li wan dike, ku gundiyan direvînin û malên wan wêran dikin, lê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li hemberî wan karan bêdeng in, lewma jî xelkê wan gundan ji tirsa DAIŞê ji malê xwe bar dikin û ew guund vala dibin.Piştî bûyerên 16 Cotmehê û derketina Hêzên Pêşmerge ji sînorên Xaneqîn, êdî li wir valahiyeke emnî çêbûye û DAIŞ li wir dîsa serî hildaye û bi şev êrîş dike ser gundên navçeyê, lê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ku ew navçe dagîr kirine, nikarin wan gundan biparêzin.Berpirsê Navçeya PDKê ya Qeretepe li Xaneqîn Kemal Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya 3 rojan li gundê Gilabat ê sînorê nahiyeya Cebare 4 çekdarên DAIŞê li nêzîkî wî gundî ji aliyê xelkê gund ve hatin girtin û bo asayişa Kifrî hatin radestkirin, lê ew hersê terorîst ser bi eşîreke mezin bûn û îro endamên wê eşîrê bi çekan êrîş kirin ser gundê Gilabat û piştî şerekî giran ku 2 saetan dirêj kir, ew eşîr hat şikestin û niha rewşa gund pir xerab e.”Kemal Îbrahîm wiha got: “Herwiha îro Fermandarê Polîs Mihemed Hemîd ku Kurd e ligel welatiyek bi navê Luqman Mehmûd Hesen ku endamê PDKê ye û ji gundê Gilabatê ber bi nahiyeya Cebare ve diçûn, li ser rê bombeke vedayî bi wan de teqiya û di encamê de ew fermandar şehîd bû û Luqman Mehmûd jî bi giranî birîndar bû.”Îbrahîm wiha domand: “Herwiha îro çekdarên DAIŞê 30 guleyên hawinê avêtin gundê Aştoka yê ser bi nahiyeya Cebare û di encamê de 5 malên welatiyan hatin rûxandin û 2 otomobîl jî şewitîn. Lewma jî niha xelkê herdû gundên Gilabat û Aştoka ji tirsa wan terorîstan biryar dane ku ji gundê xwe derkevin û jin û zarokên xwe biparêzin.”Wî berpirsê PDKê ragihand: “Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li hemberî wan êrîşan bêdeng in û heta Hêzên Pêşmerge venegerin wan navçeyan dê ewlehî li wir bicîh nebe.” 

Back to top button