Civak

DAÎŞ şepirze bûye

Fermandarekî Pêşmerge ragihand ku, moralê çekdarên DAIŞê têk çûye û pir şepirze bûne, herwiha deverekî berfireh li eniya Guwêrê vala kirine. Eqîd Mehdî Elî, Fermandarê Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand:“Li beşekî mezin eniyên şer çekdarên DAIŞê vekişiyane nav xaniyên vala yên gundên derdora Guwêrê. Di dema dawî de gelek navend û binkeyên wan hatine wêrankirin, lewma ji wê demê de bi awayekî tek tek xwe vedişêrin û bi şev ji dûr de guleyan davêjin, lê tişteke wan bi nave hêza leşkerî nemaye û êdî nema karin êriş bikin.” Elî wiha got: “Bi balafirên bêbelafirvan em cihîn DAIŞê nas dikin û agahiyan didin balafiran ew jî li wan didin. Çekdarên wan li deşta Mûsilê devereke berfireh vala kirine.”

Back to top button