Danûstanidnên navbera rijêma Suriyê û PYD/PKK gihihiştiye qonaxa dawiyê
Endamekê Encumena Niştimaniya Kurd li Suriyê (ENKS) dibêje ku danûstanidnên navbera rijêma Suriyê û PYD/PKK gihihiştiye qonaxa dawiyê û her du aliyan li ser wê yekê li hev kiriye ku hêzên YPG bibe beşek ji Artşa Erebî ya Suriyê û li gor wê lihevhatinê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mil bi milê arteşa surî beşdariyê di operasyona Idilbê de bike.YPG baskê çekdariyê PKKê li Rojavayê Kurdistanê dibe beşek ji Arteşa Erebî ya Surî û heta kirîz surî tê çareser kirin, dê bi hev re bîrên neftê yên rojavayê Kurdistanê biparêzin.Kawe Ezîzî endamê ENKSê ji malpera kdp.inf re dibêje ku, PYD bi rêkeftin digel rijêma Suriyê hatiye Rojava Kurdistanê û niha rêkeftina wan gihiştiye qonaxa dawiyê. Hêdî-hêdî şer li Suriyê timam dibe û DAÎŞ li rojhilata Firatê nemaye û bi tenê li Idilbê maye. PYD dest bi danûstaninên bêşert û merc digel rijêma Suriyê kiriye, hemû daxwazên rijêmê qebûl dike û Rojavayê Kurdistanê teslîmî bi rijêma Suriyê bike. YPGê ji bo operasyona Idilbê hezar û 300 çelkdarên xwe amadekirine digel arteşa surî şerê DAÎŞê bikin.Li gor Kawe Ezîzî di danûstandinên navbera PYD û rijêma Suriyê terefê sêyem, terefê navdewletî nîne.