Nivîsar

Dawûtoglû û Toledo !

 Dr. Ekrem Onen Gelek balkêşê ku Dawûtoglû Sûr û Toledo şibandîye hev: “Emê Sûrê wek Toledo ji nuhde ava bikin”Toledo bajarekî Îspanya ye berya Madrîdê paytextê Monarşîyê bû.Piştî hilweşandina imparatorîya Roma ket destê Vizgota paşê jî ket destê Misilmana, di sala 1803 de 10 sala di destê Fransîya de ma. Diroka Toledo bi şer û berxedanê dagirtîye.12661918_894234234025309_8930745356246053176_nSur a DiyarbekirDi sala 1936 de Toledo bûbû navenda serhildanên li hember faşistê Franko û ji 22 heta 28 temûza sala 1936 de 800 eskerê ordiya franko û 1028 faşistên îspanya êrîş anîn ser Antîfaşistan û Toledo bi tank û teyaran bombebara kirin. Ew şer di diroka Îspanya de cihekî girîng digre. Toledo ji alî UNESCO wek mirasa mirovatîyê tê paraztin. Toledo ne bes merkezek dini (kinise û camî ) , şaristanîyê û seneete her weha bajarê merkezî ê navça otonomî a îspanya a Kastilya-La Mancha ye. toladoToladoÎjar Dawûtoglû bi çi rûyî û manee Sûr û Toledo şibandîye hev gelek xerîbe. Bawerim Dawûtoglû diroka Toledo baş nas ne kirîye. Diyare hew bihîstîye. Raste Súr û Toledo bi gelek tiştan dişibe hev, lê ne wek dawûtoglû dibê. Bi teybet bombebaran kirina ji alî nijadperest û faşîstan, diroka wana şer û berxwedanê û şaristanbûna her du bajaran gelek dişibe hev.  Heger Dawûtoglû vana zaniba wê behsa Toledo nekira. Çi ferqa navbera ku Franko di sala 1936 de Toledo bomberan kir û nuha rejîma Erdogan û Dawûtoglû Sûrê bombebaran dikin heye? Hîç. Heger di vê meenê de, Dawûtoglû rast dibê je. (Ekrem Onem ji Facebook)

Back to top button