CivakKultur

Daxuyaniya hevbeş ya ciwanên çar parçên Kurdistanê bi helkefta roja Ala

Pergala cihana modern, pergala netew dewletan e. Ji bo ku em jî di nav vê pergalê de cih bigirin, navekî me hebe û hebûna me ji aliyê cihanê ve bê qebûlkirin; divê em jî xwedî netew dewletek bin. Di nav vê pergalê de hebûna me girêdayî hebûna dewleta me ye û nîşanên wî jî sembol û nirxên me yên netewî ne.Nîşana herî ber bi çav a hebûnê, al e. Ji ber ku cihê ku al lê bilind bibe tê wateya ku ew der cihê desthilatdariyê ye û al bi xwe nîşana serxwebûnê ye.Em wek netewek ku welatê me hatiye dagirkirin û perçekirin, divê ji her netewî zêdetir li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Xwedî lê derketina nirxên netewî, wê bi xwe re hişmendiya netewî bîne û ev jî wê li ber me rêya serxwebûnê veke.Îro, roja Ala Kurdistanê ye. Ala ku Pêşewa Qazî Mihemed berî 70 salan emanetî Nemir Mele Mistefa Barzanî kiriye. Pê bawer bûye ku wê Ala Rengîn li hemû derên Kurdistanê bilind bibe. Îro ev bar li ser milên me ciwanên Kurdistanê ye. Divê em layiqî têkoşîna wan bin û ji mîrasa ku ji me re hiştine xwedî derkevin.Taybetiya vê rojê heye, lê ji bo me divê heta roja serxwebûnê her roj wek roja Ala Kurdistanê be. Loma divê em tu caran alên xwe danexin.Berî demeke kin li Amûdê Ala Rengîn şewitandin û bêrêziyek, bêehlakiyek mezin li hember di serî şehîdên Kurdistanê û bi giştî li hemû miletê Kurd kirin. Em wek ciwanên Kurdistanê eşkere dibêjin ku emê her tim û bê tawîz parastvanê emanetên Pêşewa Qazî Mihemed û Nemir Mele Mistefa Barzanî bin. Emê tu carî nehêlin ala ku bi xwîna şehîdên me berz bûye dakeve erdê. Emê di vî warî de tu caran tawîzê nedin û li hember dijminên Ala Kurdistanê helwesta pêwîst nîşan bidin.Al nîşana serxwebûna me ye. Em jî ji bo serxwebûnê amadene di hemû şert û mercan de û bi hemû cureyên têkoşînê têbikoşin. Têkoşîna ku îro bi pêşengiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî ji bo dewletbûnê encam dide, em bê nîqaş piştgirê wî ne.Di vê roja dîrokî de, em pîroziyê li hemû Kurdên serxwebûnxwaz, heskirên Ala Rengîn û li hemû têkoşerên dewletbûna Kurdistanê dikin.17.12.2016/Kurdistan Yekîtya Lawanî Dîmoqratî Kurdistan- Başûr Tevgera Ciwanên Kuristanê – BakûrGiropî Karî Lawan û Qotabiyan a PAK – RojhilatYekîtya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî – Rojava

Back to top button