Polîtîk

Daxwaz a lêborînê bike

Guruba Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlementoya Kurdistanê daxuyaniyek ji bo raya giştî ya Kurdistanê belavkir û têde daxwaz ji serokê parlementoyê kir ku ji ber binpêkirina yasayan “daxwaza lêborînê” bike.Di daxuyaniyê de guruba Zer diyar dike ku, di civîna roja 23ê vê mehê de, Serokê Parlementoya Kurdistanê peyrewa navxweyî binpê kiriye.Di daxuyaniyê de dibêje: “Em di qonaxekê de dijîn ku ji her demekê bêhtir pêwîstiya me bi lihevkirinê heye, lê di civîna 23ê mehê de serokê parlementoyê bêlaîbûna xwe ji dest da, lewma daxwaza ji serokê parlementoyê dikin ku daxwaza lêborînê bike.”Di daxuyaniyê de hatye jî ku, xwendina yeke bo her 4 proje yasayan di civîna 23ê mehê de “binpêkirina biryarên dadgeha federalî bû.Di civîna 23ê mehê de, frakesyonên YNK, Goran, Komela Islamî û Yekgirtûya Islamî 4 proje yasay ji bo serastkirin Yasaya Serokatiyê li Herêma Kurditanê pêşkeşkiribûn, parlementoyê jî xwendina yekem bo proje yasayê encamda.Feraksyonên PDK, tirkmen, xirîstiyan, sosialist û Arasteya Sêyem ew civîna parlementoyê boykot kiribûn.

Back to top button