CivakPolîtîk

DBP, HDP û KCD çi ji partiyên kurda dixwaze

Li Diyarbekir şandek hevbeş ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku hemû yek siyaset e, serdana partiyên kurd û hinek dezgehên kurda kirin.Vê şanda hevbeş, seredana Platforma Demokratên Kurd (PDK), Nûbıhar, Partiya Sosyalîst a Azad (OSP), Tevgera Azadî, Komeleya Kurd a Şoreşger a Demokrat (DDKD) , Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiyê (PDK-T) û Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê kir.Şanda  hevbeş yanî ya HDPê ji aliyên din yên kurd xwest ku di referandumê de yekdengbin. Berdevkê şandê armanca serdana xwe bi vî awayî da diyarkirin. “Di vê serdemê de ji her demê zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Divê ew yekîtiya xwe saz bikin, da ku di guhertin û veguhertina Rojhilata Navîn bibin xwedî gotin. Herwiha di referanduma 16ê Nîsanê de ew ê banga NA ji alîgir û dengderên xwe bikin. Ew dixwazin di vî warî de mala Kurdî xwediyê helwêst be”.Niha jî helwesta partiyên Kurdistanê dê çibe, nayê zanin. Lê ji xwe hinek partiyan kêm zêde ji bo referandumê bi awayekî ditinên xwe dane kifşkirin.Ev helwesta vê şanda hevbeş gelek vekirî manewrayek siyasiye.Ji xwe helwesta DBP, HDP û KCD kifşe biryar dane ku di referandumê de bêjin Na. Eger biçekî di vê derbarê de cidî bûna gerek ji berî helwesta xwe eşkere bikin ev serdan bihatan kirin û helwestek hevbeş bihata diyarkirin.DBP, HDP û KCD, pirsa hevkariya de terciha xwe li gel çepên tirk kirine. Pêwiste pirsa ku, gelo ji bo çi çepên marjinalên tirk ne kurd terciha wane.Bersiva partiyên ku DBP, HDP û KCD serdana wan kirî gelekî girng e. Niha jî çavrê li helwesta wan tê kirin.Dema bersiva partiyên siyasî di vê derbarê de eşkere bibe, dê nirxandin li ser bêne kirin.

Back to top button