Civak

Dê encamên hilbijartina di nava 72 demjimêra de bêne ragihandin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê aşkere kir ku piştî hilbijartinan, dê di nava 72 demjimêran de encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ragihînin.Endamê Encûmena Komîsyona Bilind a Hilbijartinan Dr. Cotyar Adil ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan li komîsyona hilbijartinan amadekariyên forma encaman temam kiriye û li gorî wê yekê jî piştî ku hilbijartin hatin encamdan, dê di nava 72 demjimêran de encamên destpêkê bêne ragihandin.Derbarê fermanberên bi girêbest ên ser sindoqan de jî, Dr. Cotyar Adil diyar kir ku kesên navên wan hatine nivîsandin, dikarin serdana bingeha herî nêzîk a tomarkirinê bikin û ji bo roja hilbijartinan rahênana pêwîst werbigrin.Biryar e roja 30ê Îlonê hilbijartinên xula pêncan a Parlementoya Kurdistanê birêve biçe.

Back to top button