Polîtîk

Dê li Waşîngtonê behsa rewşa Îraqa piştî DAÎŞê bike

Mesrûr Barzanî şîretmendê konseya ewlekariya neteweyîya Herêma Kurdistanê dê serdanan Amerîkayê bike û li Waşîngtonê beşdariyê di panelekê de bike.Saziya (The Heritage Foundatin) roja 16.05.2017ê panelekê li jêr navê (Îraqa piştî jinavbirina DAÎŞê, dîtinek ji Herêma Kurdistanê) amade dike û Mesrûr Barzanî şîretmendê Ewlekariya Neteweyîya Herêma Kurdistanê ji bo zelalkirina helwest û dîtina Herêma Kurdistanê bi fermî vexwendiye wê panelê.Çend kesatî û pispor dê di wê penalê de beşdar bin û şîretmendê konseya ewlekariya neteweyîya Herêma Kurdistanê dê behsa Îraq û bi taybetî behsa rewşa devera wîlayeta Mûsilê, têkeliyên navebra Kurdistan, Îraq û hevpeymaniya navdewletî a piştî jinavbirina DAÎŞê û pêkvejiyana pêkhateyên olî û netweyî yên cuda li wê deverê û rêyên çareseriyê bike.

Back to top button