Polîtîk

Dema min coşa we ji nêzîk ve didît, barê ser milê min girantir bû

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî spasnameyekî pêşkêşî xelkê parêzgeha Dihokê kir. Xelkê  parêzgeha Duhokê, li Zaxo, Amediyê, Akrê û li bajarê Dihokê bi xwe bi coşek mezin pêşwaziya serok kirin û dawxaziya xwe ya di derbarê referanduma serxwebûnê de bi germiyek mezin dan xûyakirin. Serok Barzani bi daxûyaniyekî de spasiya xelkê deverê kir.Daxûyaniya Barzani:Ji bo cemawerê xwedivî û niştîmanperwerê Dihok, Zaxo, Amêdî, Şêxan, Sêmêl, Akrê û Berdereş, Şingal, Zummar û Deşta NînowaPir bi dil spas û pêzanînên xwe pêşkêşî we yên xweşdivî û niştîmanperwer dikim ji bo wê beşdariya berfireh û pir coş ya li civîna cemaweriyên çend rojên derbasbûyî da. Bi berfirehî beşdarbûna we yên xweşdivî, li navendên medyayiyên dinya da dengdaneke zêde hebû û em bi we serbilîndin.We bi wê hemaset û amadehiya xwe ya berfireh, peyamekî rûn bi hemû cîhanê gihand ku ew jî azadîxwazî û piştevaniya we ya li referandûma serbixweyî.Dema ew coşa we min ji nêzîk ve didît, barê ser milê min girantir bû ku divê ew hesta we ya azadîxwaziyê bigihe cîhana azad, li roja 25ê 9 da dengê we dibe zengê hişyarî û li dergeha wîjdana cîhanê dide.Li vir da bi pêwîstî dizanim spasî hêzên Pêşmerge û hemû dezgehên emnî û polîsên hatin û çûnê bikim ji bo hevkariya wan ya li parastina asayîşa xelk û baştir birêveçûna wê civîna cemaweriyê.Her şad û serfiraz binMesûd Barzanî17.09.2017

Back to top button