Nûçeyên Kurdistanî

Dengê xwe li dijê Îranê bilind bikin

Dengê xwe li dijê Îranê bilind bikin

Dengê Xwe Diji Zordariya Rejima Cumhuriyeta Îslamiya Îranê Bilind Bike

Demekê dûr û dirêj e ku hêzên ewlekariyên Îranê li ser tixubûn Başur û Rojhilat “kolberên” kurd yên ku bi pişta xwe kel û pel dibine Başur û ji Başurê ji dibine Rojhilat, dikuje û birindar

dike.

Du roj berê ji Pasdarên İranê du kolberên dinê kuştin, ku xalkê Bane bûn.

Ji bona itiraza kuştina kolberan dinê, Xalkê Banê li ber qaymaqamtiya vê bajarê kom bû û ji bona itiraza kuştina kolberan, dengê xwe bilind kirin.

Karbidestên rejima Îslamiya İranê, şuna ku guhê bide gel û daxwaza wan ci be ci bike, bi tundî çûyê ser wan û Pasdar û hêzên ewlekariyên dinê yên rejimê, êrîş kirine ser gel. Di encama êrîşa hanê bi dehan xwepeşander birîndar bûn û bi dehan kes ji hatine destbiser kirinê.

Gelê Bane ji bi daxistina dukan û bajar, bersiva êrîşa rejimê dan.

Tê gotin, ku bajar û bajarokên dinê yen Kurdistana Rojhilat, xelk hem piştgiriya gelê Banê û him ji li hemberê kustina kolberan derdikevine kolanan û dikanê xwe digrin.

Xepêşandana gelê Banê  berdewamiya xebata gelê me li Kurdistana Rojhilat e.

Em carekî dinê êrîşa Pasdarên rejima Îslamiyê bo ser gelê sivil mahkum dikin û carekî dinê piştgiriya xwe li xebata gelê Kurdistana Rojhilhat ji bona azadî û demokrasiyê radigihinin.

Em banga hêzên welatparêzên Kurdistanaa Rojhilat dikin, ku hevkariya xwe xurttir bikin.

Em banga Koma Milletan, dewletên Rojava û rêxistinên mirovdost dikin, ku derheqa êrîşa rejima Îranê bê deng neminin û piştgiriya gelê Kurdistana Rojhilatê bikin.

05 Îlon 2017

Partiya Sosyalîst A Kurdistan-PSK

Nerîna min :