CivakPolîtîk

Dengê xwe li dijê Îranê bilind bikin

Dengê Xwe Diji Zordariya Rejima Cumhuriyeta Îslamiya Îranê Bilind BikeDemekê dûr û dirêj e ku hêzên ewlekariyên Îranê li ser tixubûn Başur û Rojhilat “kolberên” kurd yên ku bi pişta xwe kel û pel dibine Başur û ji Başurê ji dibine Rojhilat, dikuje û birindardike.Du roj berê ji Pasdarên İranê du kolberên dinê kuştin, ku xalkê Bane bûn.Ji bona itiraza kuştina kolberan dinê, Xalkê Banê li ber qaymaqamtiya vê bajarê kom bû û ji bona itiraza kuştina kolberan, dengê xwe bilind kirin.Karbidestên rejima Îslamiya İranê, şuna ku guhê bide gel û daxwaza wan ci be ci bike, bi tundî çûyê ser wan û Pasdar û hêzên ewlekariyên dinê yên rejimê, êrîş kirine ser gel. Di encama êrîşa hanê bi dehan xwepeşander birîndar bûn û bi dehan kes ji hatine destbiser kirinê.Gelê Bane ji bi daxistina dukan û bajar, bersiva êrîşa rejimê dan.Tê gotin, ku bajar û bajarokên dinê yen Kurdistana Rojhilat, xelk hem piştgiriya gelê Banê û him ji li hemberê kustina kolberan derdikevine kolanan û dikanê xwe digrin.Xepêşandana gelê Banê  berdewamiya xebata gelê me li Kurdistana Rojhilat e.Em carekî dinê êrîşa Pasdarên rejima Îslamiyê bo ser gelê sivil mahkum dikin û carekî dinê piştgiriya xwe li xebata gelê Kurdistana Rojhilhat ji bona azadî û demokrasiyê radigihinin.Em banga hêzên welatparêzên Kurdistanaa Rojhilat dikin, ku hevkariya xwe xurttir bikin.Em banga Koma Milletan, dewletên Rojava û rêxistinên mirovdost dikin, ku derheqa êrîşa rejima Îranê bê deng neminin û piştgiriya gelê Kurdistana Rojhilatê bikin.05 Îlon 2017Partiya Sosyalîst A Kurdistan-PSK

Back to top button