Nivîsar

Derewkarî, kedpîrî, qirêjî …

 Îlhamî Can[email protected] Li balî me(li Farqînê) ”Meheme Elî´yê Qelişo” hebû, ku bi vir û derewên xwe va pir navdar bû. Li herêm û devera derdora me, kesê ku bi nav û dengê wî nebîhistibe tune bû. Meriva ji kena dixeriqand, û bi rastî jî ”hunermendekî” pir hêja, jîr û zîrek bû. Metelok û meseloka pir xweş li hevdû dianî, û bi zimanekî pir herikandî û şêrîn digot û vedigot. Meriv, ji destpêka meseloka heta dawî dixwest lê godarî bike. Di dawîya meselokekî da, meriv dizanibû ku  yeka din bi rê da ye, wê bihata, sekin tune bû! Her ”çîrokekî” wî, ji ya din xweştir û geştir dibû. Tevî ku bi tevayî meselokên wî ”avêtok” bûn, xwezî bi wan kesa, xwezî bi wan dilpaqijî û dilcanîya, xwezî bi wan roja… Bila ku di ”virê” wî da jî rastîyekî hebû; dilpaqijî, dilsozî, kenî û girî… Gotin û vegotinên wan meseloka, bi wî zimanê şêrîn, bi zarxweşî, bi serê xwe, perçeyekî ji huner û wêjeya Kurdî ye.Rojekî, ji gundekî, çend kes dixwazin herin ba M.E.´yê Qelişo û hinekî lê godarî bikin. Meraqa dikin; ”Ka gelo M.E.´yê Qelişo kî ye, qandî ku tê gotin heye, ka gelo rast e? Bi rê dikevin, û diçin li derîyê M.E.´yê Qelişo dixin! Xortekî derî vedike, û slava li mêvana dide. Mêvan, li M.E.´yê Qelişo dipirsin; Xort weha dibêje; ”M.E. bavê min e, ez kurê wî me. De heyra, bila ku esman qelişî ye, bavê min çûye, wê esmana bidirû û were!” Hima yekser gundîyên mêvan radibin ser piya û dibêjin; ”Kuro, esman çawa diqelişe, û çawa tê dirûtin! wî lawww, vîya hê kurê M.E.´yê Qelişo ye! Hewar e, de rabin em herin!”De em zêde dirêj nekin, û werin ser meseloka xwe; (bi hin mînaka; Li ser ”etîk, ehlaq û hwd… ku tev pîvanên hevdû yên ”merivahiyê” ne.)Hinek dibêjin; ”Dibê ku meriv dizek, şêlek nebe. Nekeve nava gendalîya… Serketin durustiyê dixwaze. Evîna welat li pêşîya her tiştî ye” – Lê, me dît ku qewlî gotepîrekî va; ”Min got `ez`, te got `ez`, gura xwar kerîyê pez.”Hinek dibêjin; ”Dibê ku meriv rast û durust be, derew û vira neke, sîstemê nexapîne. Lewra ku li pîvan û stûnên çepgirî, sosyalîstî, misilmanîyê û hwd. nayê.” – Lê, me li ba hineka dît, tevî ku ji xorta qewîn û sexlemtirin, bi derew û raporên sexte-çêkirî, ji xortên navenda rêxistina bigire ta kedpîra(teqawud), çi li wan bê, qet texsîr nakin… Berjewendîya kesyarî(şexsî) li ser her tiştî tê girtin, û  dawîya ”sextekarî”ya mixabin nayê!!!Hinek dibêjin; ”Ez ji zimanê xwe pir hez dikim, lê mixabin piranîya Kurda bi dêzimanê xwe nizanin, ji bîr kirine û dikin, axlem li ”Amedê”. Kurdî ber bi hindabûnê va diçe, meriv pir ber dikeve! Meriv hewqas ked dide, hem di warê sîyasî hem jî di warê wêje(edebî)ya Kurdî da… ”  – De îcar van ”camêra” bi xwe radibin, bi piranîya wan, ji nava malbatê bigire ta civîn, nivis û pirtûkên xwe bi dêzimanê xwe na, lê, bi zimanê dagirkira pêk tînin! De ka vêya ”xizmetkarîya” çi ye, kî ye?Hinek dibêjin; ”Em şoreşger in, em welatperwer in, em çepgir in, em misilman in, em tevgerê nûjen in, em nevîyê S. Eyyubî ne, û hwd… Lê, ger meaş û paldanka bidine me, em Ereb in, em Bexdayî ne, em Tehranî ne… û tercîhên me yên dinê jî, kedpîrîya bi meaşên çend-milyon dînara, hin paldankokên  Sulemanîyê û Kerkukê bidine me, wê besî me be…” – De ka vêya ”xwefiroşî” nîne çi ye?Hinek dibêjin; ”Em bihustekî ji axa Kurdistanê nadin”, – lê mixabin, me dît ku li gorî hinek başurîya, heta ji %51 ji xaka başûrê Kurdistanê ji destê Kurda çû…  Destketîyên Kurda jî kêmtir bû, her Kurd hinda kir… De ka gelo navê vêya di dîrokê da çi ye!? Ma wê hesab, ji xwefiroşa neyên pirsîn?!?Hinek dibêjin; ”Li Kobanê berxwedanekî nebiye, hew bi alîkarî û hevalbendîya Esad yan jî ”emperyalîsta”, teror û dîktatorî pêk hatiye…”  – Xwezî li Kerkuk û li derdorên dinê jî, me berxwedanekî bidîta… Ka Kerkuk dilê Kurdistanê bû! De ka çi bû, dawî; Gelê Kurd şîlqamekî pir giran xwar, û di dîroka xwe da bû xwedî rûpelreşekî dinê…Meriv, qewlî gotepîrekî va; ”Ji xelqê ra masîgir e, ji xwe ra kusîgir e!”Ger M.E.yê Qelişo ji gora xwe rabiya, bawer bikin ew dê ji ber dek û dolabên we bireviya… Hûn di kirasê meselokên M.E.´yê Qelişo da herin… Loma, ez dibêjim xwezî bi M.E.yê Qelişo…                   

Back to top button