Nivîsar

Despêka şerek nû di berjewendiya kî de ye?

Piştî Tirka li Kurdistana Başûr wargehên PKKê bombebaran kir, Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di cih de daxwaz ji Tirkiye kir ku bombebarana xwe bisekinîne. Li gel serokwezîrê Tirkiye bi rêya telefonê pêwendî danî.Parlementoya Kurdistanê ev bombebaran şermezar kir. Herweha serokwezîrê Kurdistanê peyamek ragihand û daxwaz kir ku “pêvajoya aşitiyê“ berdewam be û êrîşên heyîn du alî bêne sekinadin.Bê guman serokwezîrê Kurdistanê di vê derbarê de behsa xemsariya KCKê dike û herweha dixwaze ji bo serketina “pêvajoya aşitiyê“ HDPê rolê xwe bileyze û KCK rê bide Ocalan.Di serî de hetta niha Barzanî di nava prosesa aşitiyê de ye. Ji bo ev pêvajo di berjewendiya Kurdistana Bakur de rêve herê hemû hewldan kirin û dike.Piştî hilbijartinên parlementoya Tirkiye, PKK gelek bi zanebûn hewldide ku Barzanî bikin şirîkê siyaseta serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan. PKK di malperên xwe de Barzanî, AKPê û rêxistinên terorist wek DAÎŞê bi hevre girêdide.Li Bakurê Kurdistanê deng ji rewşenbîr û siyasetmedarên kurd tuneye.Madya Cemaeta Gulen gelek vekirî ji bo têkdana pêvajoya heyî kar dike. Vekirî pişgiriya hinek çalakiyên ku zererê dide kurda dikin. Armanca wan tenê Erdogan û AKP ye. Ji bo vê jî mixabin dixwazin kurda û KCK bi kar bînin.KCK ji bo rolê Ocalan di pêvajoyê de kêm bike vekirî di nava hewldana de bû. Cemil Bayik got ku Ocalan nikare banga devjêberdana çakan bide.Ji xwe rewşa HDPê zelal e. HDP ji derê Qendîl ne dikare gavekî bavêje û ne jî daxuyaniyekî bide. Tu rolê HDPê di pêvajoyê de nedihat dîtin.Niha Nêçîrvan Barzanî dibêje ku HDP bi 80 parlementerî di parlementoya Tirkiye de tê temsîl kirin bila xwedî însiyatîf bin. Bila di pêvajoya aşitiyê de rolê xwe yê pêwist bileyzin.Ji serî de heta niha berpirsên dewleta Tirk li gel Ocalan havdîtin kirin û pêvajo rêve dibiran lê niha helwesta KCKê bû sedema ku rolê Ocalan bi xwe nemîne yan jî kêm bibe.Deverên ku Tirk li Başûr bombebaran dikin, wargehên PKKê lê hene lê gelek gund jî hene û gundiyên Kurdistana Başûr jî tên kuştin û birîndar dibin. Ji cihê xwe koçber dibin. Yani zerera mezin cardin digihê kurdên Başûr.Serokwezîrê Kurdistanê mecbûre berpirsiyarî deng bike û helwestan bide nîşandan.Dema çewtiyek ji aliyê PKKê ve hebê gelek niviskar, rewşanbir û siyasetmedarên Bakur di civatên teng de behsê dikin. Lê çend kes vekirî bi nivîsandin vê yekê dike? Bê helwestî bi xwe dibe sedemek ku PKK di xeletiyên xwe de berdewam e.Mixabin dema bûyer zawiya îdeolojik û taybetî çerçova çepitiya destê duyem de bêne nirxandin rastî jî naye dîtin.Peyama serokwezîrê Kurdistanê gelek vekirî û berpirsiyarî rewşa heyî hem ji aliyê Tirkiye ve hem jî ji aliyê PKKê ve dide diyarkirin.Lê eger tenê peyam ji bo tetmin kirina hinek aliyên siyasî be, ev bi siyaseta reel ya rast ve na gunce.Desthilatdariya Kurdistana Başûr pêwiste ji berî her tiştekî berjewendiya milletê kurd bingeh bigre û li gora wê siyasetê bike.Tişta ku îro tê kirin ev e.Lê eger mirov bêje çima Erdogan nayê rexne kirin? Erdogan serokkomarê Dewleta Tirk e. Dewleta Tirk beşek ji Kurdistanê dagir kiriye û li gora vê siyaseta xwe rêve dibe. Yanî statuya dewleta Tirk kifşe. Dewletek dijmin e.Ha eger mirov çavek din li dewletê binêre, ew pirsek dine.Pêwiste peyama serokwezîrê Kurdistanê baş bê xwendin û li gora berjewendiyên netewî û zawiyek Kurdistanî ve bê nirxandin.Îro Kurdistana Bakur cardin bibe qada şer û çalakiyên çekdarî yên PKKê dê tenê kurd zererê jê bibînin. Cardin av bê şêlo kirin dê kurd rêya xwe winda bikin.Ev yek tu zererê nade cemate Gulen yan jî çepên Tirk. Tenê bajar û gundên kurda têkdiçe. Cardin Kurdistan dibe qavil.26.7.2015Dara Bilek

Back to top button