CivakKulturPolîtîk

Dewletên dagirker mafê serxwebûnê nadin gela

Dezgehên sivil li Kurdistana Başûr, pişgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûnê dan kifşkirin. Meclisa Bilind  dezgehên sivil û civakî li Hewlêrê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihandin. Ev Meclis zêdetir ji 300 rêxistinên sivîl ên civakî temsil dike. Yani ev daxûyanî bi navê 300 dezgehên sivîl hatiye balavkirin. Di daxûyaniyê de tê gotin: ‘’Mafê biryara li ser çarenûsê xwe, mafê rewa yê hemû netewekî ye û tenê dewletên dagirker û dîktator wî mafî zewt dikin û wê demê jî xebat ji bo mafê azadî û serxwebûnê dibe erkekî pîroz ji bo bidestxistina wan mafan.’’ Di beşekî din ê beyanameyê de behsa rewşa naha ya Kurdistanê û aliyên derûnî yên hemwelatiyên Kurdistanê hatiye kirin, ku takekesê Kurdistanê pir nîgerane ji rewşa naha û navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê rewşekî nebaş heye û xelk ji vê pir nîgeran û bê meneviyate. Encûmena bilind a rêxistinên civakî yên sivîl daxwaz ji aliyên siyasî dikin; ‘’Ji bo berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê dest li berjewendiyên partiyê yên biçûk berdin û heman demê de daxwaz ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê kirin ku, di demekî kurt de komîsyona bilind a helbijartin û rapirsiyê bê erkdar kirin ku amadekariyên piroseya referandomê li Kurdistanê destpê bikin û herwaha wek rêxistinên civakî yên sivîl jî piştîwaniya xwe ji piroseyê re radigehînin.’’  

Back to top button