CivakKultur

Di cejnê de serok li sengera şer bû

Roja yekem a cejnê Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê , bi mebesta bilind ragirtina yada şehîdê fermande Şehîd Ferîdûn Ciwanroyî û her wiha pîrozbahî kirina cejna Pêşmergeyên qehreman serdana mîhwera Xazir kir.Li vê serdanê da Serok Barzanî bîranîna şehîdê serkirde Şehîd Ferîdûn Ciwanroyî bilind nirxand ku li şerê dijî terorîstên Da’îş erkê xwe ya bergirîkirina li axa Kurdistanê li mîhwera Xazir qehremanane û gelek bi serkeftî encam dane. Serok Barzanî pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehremanên vê mîhwerê kir û her li wir jî pîrozbahiyê yek bi yekê Pêşmergeyên qehremanan kir her li Xaneqîn ve heta Şingalê, ku azayane bergiriyê li gelê Kurdistanê û mirovayetî û bihayên însaniyan dikin. Serok Barzanî pîrozbahiyê jî li malbatên serbilindê şehîdan kir û silav jî ji bo giyanê pakê wan Pêşmergeyan şand ku canê xwe gorî nîştîman kirine û şehîd bûne. Her wiha pîrozbahiya cejin li Pêşmergeyên birîndar yên li şerê dijî terorîstan kir û hêviya başbûnê jî ji bo wan xwest.Serok Barzanî li vê serdanê da spasî xweragirî û cangoriya Pêşmerge kir û tekez li wê yekê kir ku Pêşmerge dîrokeke mezin tomar kiriye û bi canê xwe welatê xwe û cîhanê parast û bûye sembola parastina azadî û bihayan li beranber Da’îşek ku sembola tawan û teror û dijayetîkirina jiyane. Serok Barzanî balkişand li ser rewşa bereyên şer û da zanîn ku îrade û bîr û baweriya Pêşmerge gelek bihêz û bilinde û dilniyayî jî da Pêşmerge ku serkeftin ji bo Pêşmerge û Kurdistanê dibê û li wê rêyê ve jî dilê hemû aliyek rûn bê û divê hêviya me bi paşarojê gelek hebê.Li beşekî vê serdanê da Serok Barzanî li gel fermandeyên meydaniyên mîhwera Xazir kombû û fermandeyan Serok Barzanî ji rewşa meydanî ya bereyên şer agahdar kirin û Serok Barzanî jî rênuwênî û şîretên pêwîst xisterû.

Back to top button