Vîdeo

Di destpêkê de Tirkiyê destê alîkariyê dirêj kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji bo lêkolîna rewş û ziyanê dê komîsyonekê bişînin cihê erdhejê û herwiha spasiya hikûmeta Tirkiyê kir, ku di kêliyên yekem ên erdhejê de ji bo alîkariyê peyam şandine.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî  civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de bûyera erdhejê, geşedanên dawîn nirxand.Barzanî da xuyakirin, ku ji şevê din ve ji bo agahiyên derbarê erdhejê de, li gel Parêzgarê Silêmaniyê û Qaymiqamê Derbendîxan di nava şêwirê de ne û got: “Li gorî zanyariyan heta niha 7 welatî şehîd bûne û hejmarek welatî jî birîndar bûne. Em di Encumena Wezîran de biryar da ji bo lêkolînan dê komîsyonekê bişînin cihê erdhejê.”Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ku piştî erdhejê Ofîsa Serokomarî, Wezareta Derve û Konsulxaneya Hewlêrê peywendî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re kirine demildest hevkarî şandine.Barzanî got: “Tirkiyê ji duh şev ve bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl alîkarî şandiye herêmê. Herwiha bi rêya firokexaneya Silêmaniyê ve hevkarî şandin. Ez dixwazim spasiya helwesta Serokomariya Tirkiyê bikim. Tirkiyê di rojên teng de alîkariya me dike. Tirkiye cîranê me ye û em her tim dixwazin peywendiyên me bi cîranên me re baş be.”https://youtu.be/ajxjk-8ZpOg

Back to top button