Nivîsar

Di hilbijartinan de Kêmasiya kurda bê nûneratî bû

Li Tirkiye hilbijartinên serkkomariya Tirkiye û parlementoya Tirkiye çêbûn. Ji berî hilbijartinê gelek nirxandinên cuda hebûn, herkesekî yan aliyekî lu gora xwe di van hilbijartinan de bû xwedî helwestekî.  Kemasiya herî mezin ji aliyê kurdan ve tiştek di hilbijartinan de tunebû. Tu aliyek ku nûnertiya kurda bike û li ser pirsa destxistina mafên kurda yên netewî bernameya xwe ya hilbijartina afirandî tunebû.Her aliyek ku di hilbijartinan de ama de bûyî bi awayekî behsa pirsa kurd dikira, lê kesekî behsa destxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê nekir. Ji bo vê yekê jî nûnerê kurda di hilbijartinan de tunebû.Piştî hilbijartina li ser encaman jî dîtinên cuda hebûn. Lê ji aliyê kurdan ve encam tiştekî neguhert. Niha di van hilbijartinan de ya herî girêng ewe ku, dê sistema ku Cumhuriyeta Tirkî li ser hatî avakirin ji holê radibe û sistemek nû ku bi sistema serokatiyê tê nav kirin cihê sistema berê digre.Di sistema berê ya ku bi navê cumhuriyetê dihat navkirin, li ser bingehê inkar û îmha Kurdistanê û kurda hatîbû damezirandin. Di vê sistemê de 30 serhildanên kurda çêbûn û hemû bi komkujî yê ji holê hatin rakirin. Komkujiyên weke Dersim, Zîlan û Agirîyê û gelek qetliamên herêmî pêkhatin. Dewleta Tirk tu cara heyina kurda qebûl nekir û rehm li kurda nekir.Îro ev sistem tê guhertin, bi awayek din mirov dikare bêje sistema Kemalist ji nav diçe. Lê gelo ev sistema nû, dê pirsa kurd çareser bike? Ev yek nayê zanin , lê tiştek heye ku, yên vê sistemê jî ava dikin, li dijê destxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê ne. Ew dibêjin ku wan inkar û asimileya kurda ji holê rakiriye. Bê guman di demekî de, di derbarê kurdan de hinek gavên erênî hatin avêtin, lê piştre her wek berê tedarî hate kirin û tu mafên kurda yên netewî nehatin pejirandin.Di baweriya min de eger kurd bi xwe li xwe xwedî dernekevin û li ser xetek netewî siyasetê nekin , tenê behsa demokrasiyê, mafên mirovan û her tiştên ku hemû civakê eleqeder dikin bikin , ji bo kurda nabin sedema pêşerojek ronahî.Li Bakur kurd divê behsa welatê xwe, axa xwe, zimanê xwe û dîroka xwe bikin û Ala Kurdistanê wek sembola xwe ya netewî bibînin û di bin vê ala pîroz de siyasetê bikin. Heta ev yek nebê tu aliyek nikare nûnertiya kurda bike.Di hilbijartinan de cara yekem hêviyek çêbû ku, kurd bikaribin bi hinek prensibên netewî platformek Kurdistanî ava bikin. 5 partiyên kurd li hev kirin û Tifaqa Hilbijartina ya Kurdistanî damezirandin. Li gel HUDAPAR û HDPê hevdîtin kirin. Giranî dan hevdîtinên HDPê. Lê mixabin HDP ew wek aliyekî cidî nedît û li gel wan bi awayek durû hevdîtin pêkanîn.Di dawiyê de Tifaqa Kurdistanê, sedema pêknehatina hevkariya li gel HDPê bi daxûyaniyekî ji bo Raya Giştî ragihandin. Lê mixabin Tifaqa Kurdistanî helwesta xwe ya Kurdistanî di hilbijartinan de wek Tifaq nebirin serî. Çar aliyan di nava Tifaqê de pişgiriya xwe bi awayekî weşarti dan HDPê û eşker pişgiriya Demirtaş kirin. Ev helwesta van aliyan li dijê prensîbên ku li ser Tifak pêkanîn bû.Lê ya herî erênî ew bû ku, ev tifaq têkneçû û biryar girtin ku heman tifaqê di hilbijartinên herêmî de berdewam bikin.Aliyen kurd nabê siyaseta xwe li ser bingehek rojane û destxistina hinek berjewendiyên kesayetî bikin. Divê liser bingehê destxistina hinek destkeftiyan siyaset bête kirin û helwest zelalî werin eşkere kirin.1.7.2018Dara Bilek 

Back to top button