DosyaNivîsar

Di nêv PKK de kesek nîne, ku vê alayê wekî ya neteweya Kurd dipejirîne?

Rojevakurd pirsî û Cankurd bersiv da. Cankurd dibêje: Gelo, ma di nêv PKK de kesek nîne, ku vê alayê wekî ya neteweya Kurd dipejirîne?Rojevakurd: Alaya  Kurdistanê berî hebûna partiyên siyasiyên kurdistanî hebû û gelê kurd her ji deme şoreşên berê bi taybetî li bakur heta digehe komara Kurdistan li Mihabad û şoreşa Îlonê li başûr kurdan ew ala parast û weke alaya xwe ya neteweyî dizane.Di roja îro de ew ala li ser parlamento û hikûmeta Kurdistanê bilind diheje û li gelek welatan jî îtîraf pê dikin û li civînên fermî li ser masê tê danîn. Ew ne alaya partiyekê, lê alaya kurdan e.Ew alayê bûye beşek ji dîroka kurdan ji aliyê hin partiyên kurdan yên weke PKK/PYDê vê tê şewitanin û bê hûrmetî pê tê kirin. Gelo hûn vê yekê bi çi ve girêdinin û bi çi awayî dinirxînin? CankurdDi nav gelên hemî neteweyan de, ala cîhekî bala û bilindtir ji partiyan, siyasetan û ji serokan jî distîne, mirov dikare tîpa X li ser rûyê serokekî xîne, an li ser durushma partiyekê an jî wêneyê kongireyekê, lê belê kesekî cîhandîtî pêyê xwe nade ser alaya neteweyekê, naçirîne û nasotîne.Mixabin Kurd vê yekê bi xwe dikin, Alaya xwe diçirînin, pêlê dikin û disotînin… Eve ji zû ve bûye siyaseteke neyartiya Apociyan li hember neteweya Kurd.Berî niha bi gelek salan li bajêrê Bonnê, li Almaniya, di civîna Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê de jî wilo kirin, tevî ku ewana jî hatibûn vexwendin û di kongirê de wekî partiyên dî yên Kurdistanê gotina xwe bi azadî xwendin.Eve ne bûyereke taze ye, ne jî tenha karê lawan e, eve polîtîka wan e, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt jî.Dibêjin: Ev Alaya Barzanî ye! Bash e bo xatirê Barzaniyê nemir vê pîsîtiyê nekin. Dibêjin: Ev alaya serokên berê ye… De bo xatirê wan hêjayan û bo xatirê hezaran xûnbexshên Kurdistanê vê hovîtiyê nekin, eger hûn rast ji gelê Kurd in.Demekê KNK ya PKK jî alaya Kurdistanê li ser maseya xwe datîna, bo çi û çima? Ji ber ku ewana bash dizanin, ku êdî cîhan vê alayê dinase, dipejirîne û rêzgirtinê jê re dide diyarkirin.Gelo, me di nêv PKK de kesek nîne, ku vê alayê wekî ya neteweya Kurd dipejirîne? De bo xatirê wî qehremanî û wan pêshmergeyên, ku di cenga dijî terorê de xwîna xwe bo azadiya xak û gelê xwe didin, dev ji va siyaseta xwe ya çewt berdin… Li dawiyê hûn zerereke mezin dibînin.   

Back to top button