Nivîsar

Di vê peyva xwe de hindek nihêniyan eşkere dike

Tekstgotara Nêçîrvan Barzanî serokwezîrêKurdistanê li mersima 3ê saliya karesata Şingalê. serokwezîr di vê peyva xwe de çend nihêniyan eşkere dike û hijmareke pirsên şêlû zelal dike:Roj baş Mêvanên qedirgiran Hemû alî bi xêr bên serçavan Bitaybetî bixêrhatina konsulên welatên biyanî ku îro digel me da amade bûne, bi navê xwe û hikûmeta Herêma Kurdistanê bixêrhatineka gerima li wan dikim û sipasiya wan dikim ku zehhmet kêşa ji Hewlêrê heta vir hatin ji bo beşdarîkirinê di vê merasimê da. Bêguman beşdariya van birêzan derbirîna hevxemîyê ye ji bo wê karesata bi ser xûşik û birayên me yên êzdî da hatî. Îro, min divêt bo hewe yên rêzdar behsa pirsekê bikim ku gelek nazik e û cihê dilêşan û azara me hemûyan e, ew jî komkujî û revandina hejmareka zêde ji dayk, keç û zarokên devera Şingala xweştivî ye, ewa ku berî sê salan di 3 tebaxa sala 2014ê de rûda. Îro, min divêt ji civata hewe re rabigehînim ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî borîna sê salan bi ser vê karesatê ve, bi heman awayê pêştir hest bi seng û giranîya ewê karesat û fermana bi serê êzdîyan û hemû xelkê Kurdistanê de hatî dike, bizavê dike bi kar û kiryar û çendî bişêt, hewl dide barê giranê ewê tawanê li ser xweştivîyên me yên êzdî sivik bike. Me dît, êrîşa grûpa terorîsta DAÎŞê hemû sînorên dirindatîyê bezandin û gelek hokar hebûn bûne eger ku li roja 3ê hevya 8 ya sala 2014ê rewş wesa dijwar bibe. Ew hokar ji bo herkesî neaşkerene. Mixabin, jiber ewan hokaran û dirindatîya terorîstên DAÎŞê li 3ê tebaxê ew karesat qewimî. Piştî ewê karesatê û rizgarkirina Şingalê li ser destê pêşmergeyên mêrxas, bi seperiştya cenabê serok Barzan, îro wextê hindê hatiye em bi hev re û bi awayekî dirust û zîrekane pirên bawerîyê ava bikin, rûpela reşa DAÎŞê vedin û rûpeleke sipî ya avedanîyê û pêkvejyanê li Kurdistan û Şingalê vekin. Rêzdaran Ji mêje bû, me dizanî çek û sîstema me ya bergirîyê, weke pêdvî nîne. Berî êrîşa DAÎŞê û pêştir jî digel peydabûna grûpa terorstî ya (El qayde) li deverê, me hest bi ewê xeterê dikir. Lewma, bi gelek rêkên cuda, me bizav kirin çekan bikirin û sîstemeke baş ya bergirîyê peyda bikin. Helbet divêt wê bibêjim ku ew bizavên me bi nihênî dihatine kirin, lê herdem hokarên siyasî yên navdewletî dibûne asteng li pêşiya bizavên me ku, me çekekê baş hebe, yan bişêyîn sîstemeke serdemane ya bergirîyê ava bikin ji bo bergirîyê ji milet û welatê xwe bikin. Hemû dizanin parastina êmnahîyê û berhingarbûna terorê li parêzgeha Neynewa, yekemîn û girngtirîn erkê hêzên emnî yên Îraqê bû. Ewan çekê pêşkevtî û hemû pêdvîyên leşkirî hebûn, lê wextê ji nişkêve pênic firqeyên supayê Îraqê cilkên serbazî havêtin û revîn, baştirîn û pêşkevtîtirîn çek ji bo terorîstên DAÎŞê li paş xwe hêlan. Ewan jî, DAÎŞê, paşî êrîş pê kire ser Herêma Kurdistanê û Deşta Neynewayê û, bitaybetî, Şingala xweştivî. Jiber evê xwebidestivedanê û revîna hezaran serbazên supayê Îraqê li sala 2014ê, xelkê Herêma Kurdistanê û Îraqê bi giştî, rastî derdeserîyên mezin bûn. Wextê terorîst bi wan çekê pêşkevtî, yên ji supayê Îraqê bo wan mabû, berev Şingalê hatin, ew ji alîyê çek û sîstema bergirîyê ve, gelek ji me pêşkevtîtir bûn. Pêşmerge jî bi ewî çekê kevnê di destî da bû, mumkin nebû bişêt weke pêdvî bergirîyê ji Şingalê û deverê bike. Di heman wextî de, êrîşa terorîstên DAÎŞê berev Bexdayê û başûrê Îraqê diçû, leşkirê Îraqê jî di şikestineka berdewam da bû. Bi gotneka din, supayê Îraqê bi wê hemû şiyan û çek û sîstema bergirya pêşkevtî neşiya êrîşa terorîstan rawestîne. Hêjayan Wextê DAÎŞê arasteya êrîşên xwe berev Şingalê guhert, hîç harîkarîyeka bilez bo pêşmerge nehat ku astê şiyan û çekê pêşmerge bilndtir bike daku bişêt beranber çekê nu û pêşkevtîyê DAÎŞê raweste, nexasme, hîngê desthelata DAÎŞê gelek berfireh bibû û 49% ji xaka Suriyê û 59% ji xaka Îraqê di destê DAÎŞê de bû û hêza DAÎŞê gelek berfireh bibû û kesên şehreza di warê leşkirî da gehştibûn wan û harîkariya wan dikir. Êrîş û meznbûna DAÎŞê bi ewê lezê û bergirînekirna supa û hêzên çekdarên Îraqê bi wî awayê me behis kirî û ew çekê nûyên ketine destê terorîstên DAÎŞê, beramber çekê kevin û xirabê ku di destê pêşmerge da bû, evan hokaran wekir ku bergirîya pêşmerge li astê pêdvî nebe û xelkê deverê û pêşmerge neçar bûn xwe bigehînin çiyayê Şingalê. Jiber evê yekê, gelek ji xelkê deverê, nexasme xûşik û birayên meyên êzidî ketine destê terorîstên DAÎŞê û gelek ji cengawerên deverê û pêşmerge şehîd bûn. Xûşik û birayên hêja Ewa ku terorîstên DAÎŞê dijî xûşik û birayên meyên êzid kirî, bêguman jenosayîd bû. Ew tawanên dijî êzdîyan hatîne kirin, wijdana hemû mirovatîyê li seranserî cîhanê hejand û bûne birîn û fermaneka din bo êzdîyan û hemû xelkê Kurdistanê. Ew êş û azarên bi serê êzdîyan hatîn, tirajîdyayeka xemgîne û min hêvî dixwast ku me şiyaba rê lê bigirta. Lê wextê em yada 3ê tebaxê diînin bîra xwe, bo hindêye em ewê rastîyê qet jibîr nekin ku di sedsala 21ê de komkujî û tawanên meznên revandin û sebîkirna dayk û keçên me yên êzidî hatine encamdan. Xelkê Kurdistanê, bi gştî, her ji destipêkê tirsa dubarebûna karesatên mêjûyê hebûye. Di sala 2003ê de Bexdayê gelek soz bi xelkê Kurdistanê dan ku ewa berê beranber xelkê Kurdistanê hatiye kirin, êdî dubare nab. Lê mixabn, gelek pêveneçû 74-mîn ferman û enfal dubare bû. Lewma, piştî şerrê DAÎŞê, dîrekt biryar hate dan ku referendûm li Kurdistanê bihête kirin û xelkê Kurdistanê bi awayekê aştiyane û demokiratyane çarenvîsê xwe diyar bike, daku bişêt xwe biparêze û pêş bikeve. Bi belge aşkira bû Îraq weke dewlet neşêt, yan nevêt, me biparêze û naxwaze em pêş bikevin. Me, li hemû wextan, hemû şêwazên pêkhatinê digel Îraqê ceribandin, lê mixabin dê bêjim hemû bi jênosayîd û wêrankirinê bi dumahî hatin. Hikûmeta Îraqê çek neda pêşmerge û weke parçeyek ji sîstema bergirya Îraqê serederî digel pêşmerge nekir. Hikûmeta Îraqê amade nebû, ewa bo Heşda Şabî kir ji bo pîşmerge jî bike, digel hemû rêzên me ji bo Heşda Şabî û qurbanîyên wan li şerê dijî DAÎŞê, pêşmerge di destûra Îraqê da parçeyeke ji sîstema bergirya Îraqê û destûrê daye nasîn, lê Heşda Şabî hîç hebûneke destûrê nîne û hemû şiyanên Îraqê niho bi yasa ji bo Heşda Şabî hatine dabîn kirin. Axavtina me ne ewe ku em dijî Heşda Şabî bin, axavtina me ewe, çima wisaye? ewan di yek senger da şer kirye û pêşmerge jî di heman sengerî da hatiye şehîd kirin, lê hikûmdariya Bexdayê ji bo Heşda Şabî qanûna derdixe û amade nebû heta îtîrafê bi hindê bike ku hêzek heye bi navê pêşmerge şer kiriye û qurbanî daye û di heman sengerê da xebat dijî dijminek hevebeş kiriye. Evene birînên me digel Bexdayê, evene ew tiştê ku gelê me amade nîne dûbare bibin ve, eveye bêhîvîtîyê ji bo me çê dike ku careka dî em bawer nekin Bexda dê şêt arîşêt kurda çareser bike, bi sedeha arîşên wisa ez dikarim li vir li ser vê çendê bînim. Piştî jinavbrina rijêma Bassê, şerekê rêkxistî beranber êzidî û kirîstiyan û sabyan li naverast û jêrîya Îraqê dest pê kir. Hîngê li Mûsilê di rojekê de 40 êzidî bi kom hatine kuştin. Paşê qirkirn û şerê mezhebî di navbera sunne û şîeyan dest pê kir û Îraq kire goleka xûnê. Di nav ewê gola xûnê de, xelkê Kurdistanê jî dijît û pêkvejyana dîn û neteweyî ya xwe parast û me bizavkirin ewê rewşa xiraba li Îraqê jî heye nehêlin, belê digel ewê hemû renca alîyên Kurdistanê kêşa, rewş berev xirabtir çû, taku gehştiye peydabûna DAÎŞê û em jî bûne qurbanîyên komkujîyên ewê rêkxistina terorîst ku berhemê hukimdariya xirab û şaşa Îraqê bû û serhildana DAÎŞê encamê siyaseteka şikestî bû ku piştî sala 2003 li Bexdayê hate peyrew kirin. Niho, mixabin, dê bêjim; me hîç hêvîyek nemaye ku Îraq rast û dirust bibe, me hemû rêk digel Îraqê ceribandin, lê em bi temamî û êkcarî bê umêd bûne. Ezmûnên me yên berê digel Îraqê em gehandine ewê bawerîyê, me hîç hêvî bi Îraqê nemîne ku em bişên mafên xwe dabîn bikin û xwe biparêz in. Jiber hindê, daku êmnahî û pêkvejyana xwe biparêzin, pêdviye em hemû bi rêka referendûmê çarenivîsa xwe ya dilxwaz nîşa hemû cîhanê bidin û çarenivîs û paşeroja xwe bikene berpirsyarîyeka qanûnî û exlaqî ji bo hemû cîhanê û ji bo civaka navdewletî. Lewma, dengê devera jênosaydikiriya Şingalê li referendûmê gelek giring e, çunkî dengê azar, derd, ferman û enfalên gelê Gazya rizgarbûnê ye ji bindestîyê û mirovfiroşiyê. me ye. Min divêt wê jî bêjim ku referendûm armanc nîne, belku alav û rêkeke berev armanceka mezintir. Em hîvîdar în bi diyalog em bikarîn evan pirsan digel Bexdayê yekalî bikin. Amadebûyên ezîz Piştî karesata Şingalê, me çendîn pêngav havêtn, nivîsîngeha taybetî ya serokatiya wezîran, gelek zîrekane û bêmandîbûn, kar ji bo azadikrina sê hezar ji dayk û xûşik û zarokên êzidî kir, ewên terorîstên DAÎŞê revandîn û êxisîrkirîn. Heta niho, ji sercema 6417 kesên revandî, 3092 kes hatîne rizigarkirn. Li vêre rê bidene min, bi navê xwe û hewe destxweşîyê li tîma nivîsîngeha rizgarkirina êzidîyên revandî bikim ku şev û roj dikirin yek û hindî şiyayîn bizav dikirin daku bişên zortirîn hejmara xûşik û dayk û birayên me yên êzidî ji destê DAÎŞê rizgar bikin, sipasya dezgehên emnî dikim ku berdewam harîkar bûn ev erke bi başî bihête cêbecêkirin, sipasya parêzgarên Duhok û Hewlêrê dikim ji bo hemû ew asankariyên ku kirîne, sipasya wezareta kar û karûbarên civakî dikim ku ew jî piştevan bûn di vî warî da. Weke hewe hemûyan dît, rizgarkirina Şingalê ku êkemîn û li pêştirîn bernameyê Herêma Kurdistanê bû, bû destpêka şikandina DAÎŞê li hemû Îraqê. Bi taybetî ji bo cenabê serok Barzanî erk û karekê herî giring bû, çunkî Şingal û tawana li dijî xûşik û birayên êzidî hatiye kirin ku ew birîn hemû demê di dilê meda ya may, ew xema tirajîdî bargiranî û xemeka mezin ya cenabê serok Barzanî bû. Lewma, pilana rizgarkirina Şingalê amade kir û heta dumahîyê jî serperiştiya meydanî li hemû erkên serbazî kir, cenabê wî bixwe mizgînya rizgarkirina Şingalê jî ragehand. Silav ji bo wan xebatkar û pêşmergeyên di wê operasyonê da beşdar bûn û hemû hewlên xwe dan ji bo bi başî û ciwanî operasyon birêve biçe. Hêjayan Me li seranserî parêzgeha Duhokê çendîn kamp dirust kirin, parêzgeha Duhokê ku koçber û penaberên wê ji xelkê wê pitir lê hatine, bi germî sîngê xwe bo xûşik û birayên êzidî vekir, xelkê parêzgehê ciwamêrane mal û cihên giştî jê re vekirin, heta gehştiye vekirina derê dibistan û mizgeftan. Eve helwêsteke nahête jibîrkirin, helwestê xelkê sînorê parêzgeha Duhokê cihê rêz û qedirekê mezin e, dîsa piştî sê sala em bîra xwe dînin û sipasya yek bi yek a wan dikin ku, di wan rojên zehmet da ya ku di şiyanên wan da hebû, wan xemsarî nekir. Sipasya cenabê parêzgarê Duhokê dikim bi rastî ezmûneka mezin bû ku piştî bûye parêzgar û ew karê wî encamday û îdareke rêkupêk ji bo vê pirsê kirî, cihê wê yekê ye ku destixweşîyê lê bikim. Tevî kirîza daray, me hemû şiyan êxistine kar daku harîkarîyên mirovî ji bo hemûyan dabîn bikin, lê ev yek hemû neşên tawanên nemrovane û hovane yên grûpa terorîsta DAÎŞê jibîr bibe, lê ewa me şiya û ewa ji destê me bêt, dê bo xûşik û birayên xwe bikin. Ji bo qonaxa avadankirinê jî, hindî şiyan hene dê êxîne xizmeta Şingalê û cihên ziyan gihayê, daku careka din avadan bibin û xelik vegerin ser jiyana xwe û bi aramî bijîn. Herdem ew tabiloyê ciwanê pêkvejyanê li Kurdistanê di navbera misliman, êzidî, kirîstiyan, turkman û şîye, sunne û sabya û hemû aliyên dî da, lazime biparêzîn û hîç wextekî rêkê nedin ku dijminên me keyfxweş bibin û bibêjin eve nikarin pêkve bijîn, her bijî pêkvejyana aram ya hemû neteweyên Kurdistanê. Niho, hikûmeta Herêmê çendîn rê girtîneber, daku paşerojeka geştir ji bo hemû şingalyan peyda bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem bizavkirîye ku desthelatê şorbike xwartir û pitir desthelatê bide kargêrîyên lokalî. Ji bo evê armancê, me bawerî heye û dê piştigîrîyê jî lê bikin ku Şingal di çarçovê Herêma Kurdistanê da bibe parêzgeh û xelkê Şingalê karên xwe û parêzgeha xwe birêve bibe. Eveye siyaset û dîtina hikûmeta Herêma Kurdistanê, bêguman dê piştevanyeka cidî ya vê çendê bike. Em bi erkê xwe dizanîn harîkar û piştigîrya xelkê Şingalê bigştî û xûşik û birayên xweştivî yên me yên êzidîyan bitaybetî bikin, daku careka dî welatê xwe ava bikin û bawerî jê re çê bibe vegerin ser cihên xwe. Ew bawerî jê re çê be ku dê şên welatê xwe ava bikin ve û em sozê didin ewa ji destê me bê em dê jê re bikin, daku careka dî êmnahî vegere ve deverê û şingaleka serferaztir û azadtir di paşerrojê da bibînin. Em li hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê pitir bizavê kin, harîkarîya ewên jiber karên terorîst yên DAÎŞê ziyan gehiştîyê bikin û biparêzîn. Berî ez bihême vê merasimê ez digel hindek ji wan rizgarbûyan rûnştim yên ji destê dAÎŞê hatine rizigarkirin ku li vir jî amadene, min soz da wan dê harîkariya hikûmetê ji bo wan berdewam be. Dê heman tişt ji bo qurbanîyên tawanên DAÎŞê ji êzidî, kirîstyan û xêzanên şehîdên pêşmergeyên qareman û birîndaran bikin, digel hemû ewên kevtîne ber tawanên DAÎŞê ji 3 tebaxa 2014ê were. Îro, ez digel heweyên rêzdar im daku careka dî xem û kovandariya xwe û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû xêzanên êzidî diyar bikim, ewên zarok û xweştivîyên wan bûne qurbanên tawanên destê grûpên terorîst yên DAÎŞê, nexasme ew jin û keçên serederîyeka dirindane û nemrovane digel hatiye kirin. Erkê meye weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, paşê erkê civata navdewletî ye ku xemeka mezin ji rizgarbûyên destê DAÎŞê bixwûn. Xûşik û birayên hêja Hemû dizanin hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî rewşeka dijwara darayî bûye û eve jî vedigere ji bo komeka hokaran weke; şerê DAÎŞê, biryara nedestûrî ya birîna budceya behra Herêma Kurdistanê ji alîyê Bexdayê ve, bargiranya wê hejmara mezina koçber û penaberên ku hatine Herêma Kurdistanê, keftina buhayê neftê, eve hemû hokar bûn ku rewşa me ya dirust nebûye. Lewma, erkê civaka navdewletî ye jî rewşeka baştir û hevsozîyê ji bo êzdîyên ji destê DAÎŞê rizgar bûne dabîn bike, hêviya me ewe harîkariya me bikin ji bo hindê ku em rewşa êzdîyên ji destê DAÎŞê rizgarbûne û yên dî jî, baştir bikin. Li wextê ku abora Kurdistanê hêdî-hêdî vedijîte ve, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bizavê bike pêngavên xwe berdewam bike ji bo xizmeteka baştir ji bo deverên wêranbûyî û hewleka cidî bide ji bo geşkirina abûrîya wan devera bi taybetî ji bo deverên êzidîyan ku pitir ziyana madî û manewî vêkevtiye. Min hemû jiyana xwe êzidî naskirine û ez dizanim êzidî civakek aştîxiwaze û li êmnahî û aramî û tenahî û jiyaneka baştir ji bo zarokên xwe digerin ji vê zêdetir wana tiştek dî nevêt. Em dubare dikin ewa ji destê hikûmeta Herêma Kurdistanê were dê ji bo harîkarî û piştigîrya wan bike û dê bizavê bike derdeserîyên wan çareser bike û paşerojeka baştir û aramtir jê re peyda bike. Li dumahîyê,di bîrewerya 3ê tebaxê de, min divêt ji hemû xelkê herêma Kurdistanê bixwaz im, bi hemû bîrûbawerên cudayên dîn, netewe û siyasî ve, hemû pêkve bi gotin û kiryar û bi evînî piştigîrya xwe ya temam ji bo xûşik û birayên me yên êzidî diyar bikin. Pêdviye dilê şikestîyê civaka êzidîyan bi evînê û gotina rast, bi kar û kiryareke dirust em careka dî dilê wan xweş bikin û xizmeta wan bikin û arîşên wan çareser bikin.Dûbare hûn hemû bixêrbênGelek SipasDuhok 03.08.2017

Back to top button