Cîhan

Di warê aborî û bazirganî de têkelî berfireh dibin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 02.05.2018-ê li bajarê Hewlêrê, digel Mihemed Şerîetmedar wezîrê pîşesazî û kanzayên hikûmeta Îranê û şandeya pê re ku ji Îrec Mescidî Balyozê Îranê li Îraqê, waliyê Taranê, waliyê Urmiyê, serokê geşepêdana bazirganîya Îraq û Îranê û hijmareke berpirsên Odeyên pîşesazî û aborî yên wîlayetên cudayên Îranê pêkhatibû,  civiya.Di civînê de şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê û beşdarîkirina di konferensa geşepêdana têkeliyên aborî di navebra Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê de diyar kir û behsa têkeliyên dêrînên navbera Herêma Kurdistan û Îranê kir û berheviya xwe ji bo zêdetir berfirehkirina têkeliyên di warê aborî, pîşesazî û bazirganî de nîşan da.Şandeya Îranê diyar kir ku ew dilxweş in têkeliyên Hewlêr û Bexdayê ber bi asayîbûnê diçin û beşek ji arîşeyan navbera her du aliyan de hatine çareser kirin û dupat kir ku Îran dixwaze aramî li tevaya herêmê bi cî bibe.Nêçîrvan Barzanî ji bo serdana şandeya Îranê bo Hewlêrê û alîkariyên berdewam yên Komara Îslamiya Îranê di rojên dijawar de ji bo Herêma Kurdistanê sipas kir û berheviya Herêma Kurdistanê ji bona zîdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de û bi taybetî di warê aborî û bazirganî de digel Îranê nîşan da. Serokwezrî diayr kir ku Herêma Kurdistan û Îraq  bi giştî dixwaz in tenahî û aramî li deverê hebe û  di vî warî de Îran xwedî tecrûbeyeke zengîn e û dikare alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê bike.Serokwezîr Barzanî sipasiya şandeya Îranê kir ji bo beşdarîkirina wan di konferensa geşepêdana têkeliyên aborî di navebra Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê de û hêvî xwest konferens ji bo her du aliyan mifa û sud hebe

Back to top button