Nivîsar

Dîrok ne çi ye?

Gava ku mirov bi haweyekî zanyarî dîrokê nîqaş dike, piştî gotûbejan mirov hergav rastî pirsa ‘dîrok çi ye?’ dibe. Ev pirseke di cîhê xwe de ye. Ji ber ku têgeha dîrokê bi tevahî ketûber tê bi karanîn û di vê mijarê de jî bi rastî tevlihevîyeke gelek mezin heye.Ev pirsên wilo him metodolojîk in û him jî ji nêzîk de bi şênberbûna dîrokê ve giredayî ne.Şênberbûna dîrokê ji gelek alîyan de dewlemend e. Dîroka şênber û dîroka rêzber divê hevdu timam bike. Dîroka şênber û metodolojiya dîrokê tucara ne tenê ji dîtinekê, ji teoriyekê, ji ekoleke pêk tên. Di vê mîrasê de piralîbûn heye û mirovê xwedî dîtinên zanyarî divê helwesta xwe zelal bikin.Di vê piralîbûnê de têkoşîneke zanyarî û îdeolojîk hergav berdewam e.Em baş dizanin ku kes nabêje; dewê min tirşê!Lê ku mirov ji mala Dewtirşa be, wê gavê dewê mirovan tirş e!..Hemû tiştên ku tên gotin, tên pêşkêş kirin ne rast in, ne zanyarî ne, ne maqûl in…Di vî Warg de têgehên ku hene ne gelekî zelal in. Hemû kes li gora berjewendiyê xwe, li gora rewşa xwe, li gora zanebûn an ji nezaniya xwe hinek dîtinan li ser dîrokê pêşkêş dike.Hemû kes dixwaze dîrokê bike weke xwe. Lê dîrok jî bi hemû kubarbûna xwe, ji kesên qure, kesên ku xwe weke dîkên elokan diwerimînin re, dibêje; de bi wir de herin!Ma mirişk di xewnên xwe de garis nabînin! Hilbet hemû mirov jî xwedî xeyal in. Gelek caran xeyal dikeve şûna rastîyên dîrokî.Mirov dixwazin rola xwe di dîrokê de fêr bibin. Ev daxwazeke mirovî ye. Em dizanin ku dîrok bi tevahî û taybetî hemû mirovan elaqedar dike. Hemû kes dixwaze xwe baş nas bike, xwe biwezinîne û di derbara civata xwe ya îro de bibe xwedî dîtin.Ev helwest bi nasname û hebûna mirovan ve girêdayî ye…Belê, bi vê mijarê ve girêdayî niviskarekî balkêş heye, navê wîna Thomas Carly e û dinavbêna sala 1795 û 1881 an de jîya ye; Thomas Carly mirovekî Skotlandî bû. Dîrokvan û filozof bû. Ji malbeteke xizan dihat lê dîtinên wîna dîtinên aristokratan bûn. Gelek dîtinên cuda yên vî ciwamêrî hene. Thomas gelek caran tiştên balkêş tinê ziman. Lê di derbarê dîrokê de xwedîyê hinek dîtinên tewş bû. Li gora Thomas dîrok, dîroka zîlamên mezin bû. Ango yên ku xwediyê dîrokê bûn, yên ku dîrok dikirin dîrok, lehengên mezin bû!Dîroka mirovantiyê, dîroka lehengan bû…Ev xweş xeber bû lê min ne bahwer bû!Di pirtûka xwe ya ku li ser lehengan hatiyê nivisandin Thomas Carly dîroka mirovantiye, dike berhema hinek zilamên neqandi, ango zilamên leheng. Thomas Carly li gora xwe hinek zilaman ji dîroka mirovantiyê dineqî ne, weke helbestvan, weke siyasetmedar, weke oldar ûhw û dîroka mirovantiyê jî dike berhema van kesên neqandî.Ma bi wan mirovan re tu kes tunebûn?Hema ew tenê bûn?Bahweriya Thomas bi vê dîtinê dihat û formasyona xwe jî wilo girtibû. Ji bona bahweriya xwe ispat bike mînakan ji dîroka mirovantiyê dineqandin û pêşkêşî me dikir…Di dîroka Thomas Carly de tene navê lehengan hebû. Girseyiya mirovan, hema hemû mirov li derveyî dîrokê bûn, pasîf bûn û li bendî lehengan radiwestiyan!Lê di rastîya xwe de dîroka mirovantiyê tucara ne dîroka hinek lehengan e. Ev dîroka wilo berteng û diser e ne dîrok bû. Ev incex dikaribû bibûya dîroka şexsekî. Lê em dizanin ku dîroka mirovantiyê, dîroka gelekî, dîroka çînekî, ya bajerekî, ya deverekî, bi hemû haweyên xwe dîrokek girseyîya gel bû, ya milet bû.Bi hezaran mirovan bi hevdû re ev dîrok berbihevdû de anîbûn, beşdarî pêvajoya dîrokê bibûn û ew bi pêş de biribûn. Ev mirov bibûn beşek ji vê dîrokê, nasnama xwe di vê hevbeşîyê de bi destxistibûn. Kirinên hemûyan bi hevdû re bibûn dîroka hevbeş.Ev dîrok bibû nasname, bibû kultur, bibû çermê laşê mirovan û ew ji êrişan paraztibû…Minakên vê dîroka tewşo meyşo gelek hene. Lê yek jê ji me Kurdan re gelekî xerib te.Gelek caran Tirkên çeqilmast dibêjin; Mistefa Kemal welatê me ji dijminan rizgar kir!Ma ev dîtin dikare bibe dîtinek dîrokî gelo?Naxêr!Ma Mistefa Kemal Superman bû an Himan bû, an jî Hûtê Heftserî bû?Gava ku dîtinên li ser dîrokê, ked û xebata miletekî, mirov bi hinek haweyan vegûhêze û wêna tenê daxîne pileya jehatbûna serokekî, wê gavê çewtiyek di vir de heye; beriya hemû tiştan, ev ne dîrok e! Dîrok ne ev e! Rastiya dîrokê ne wilo hêsan e…Hemû kes dizane ku ev kesên ku wilo tenê pêşkêş kirin, di bingehên xwe de mirovên kedxwerin! Ma hema rola dê û bavê wana jî, derdora wana jî, gelê wana jî, rêhevalê wana jî qet di vê xebatê de tuneye gelo?Dîroka rastî ne ev e!Ev tenê şelafî ye.Bê guman ev dîroka şelefiyê ye!Şerefxan Cizîrî06.02.2018

Back to top button