Nivîsar

Dîroka PKKê 2

PKK, Xiyanet, Terror, Tesfiye (Beşa Duyem)Destpêka Teror û Tesfiyê di nav PKKê de PKK 38 sal e bi zimanê xwîn li hemberê aliyên Kurdî û bi zimanê şirîn li hemberê dijminan dipeyve.38 sal e çiya bi çiya û dol bi dol Kurdan şehîd dike. Di hilgîrsanê şerê birakujî de PKK her dem destpêşxer bûye û heta karibe ji aliyên dinê Kurdî re Kurdkujî kiriye. Ji Mîtê tirkî ve heta partiyê Baasî û Suriye û li wir jî ber bi Tehran û hembêza Îtlaat û arteşa Pasdaran, ev bûye xebat û berxwedanê PKKê.Hemû kiryarên PKK her ji despêkê de weke kiryarên terorî bû, grubek gelek xeter di nav PKK de hebûn ev grub xwe weke (Gruba Enqerê) bi nav dikir. Vê grubê navê wan kiryarên teror û tesfiyê weke (Terore Şoreşger) bi nav dikir. Serperaştiya vê grubê Abdullah Ocalan, jina wî Kesîre Yildirim, Cemil Bayik, Duran Kalkan, Mustafa Karasu, Ali Haydar Kaytan, Riza Altûn, Şahin Donmez, Yildirim Merkît dikirin.Wan xwe weke APOCÎ bi nav dikir u digel sazîya sixûrîya MITê kar dikirin ku her li livir rêbaza Apoçî destpêdike û serhildide. Şahin Donmez û Yildirim Merkît piştre li Zindana Diyarbekir bûne MİT û li gel istixbarata Tirkî kar kirin.Kesîre Yildirim ji jî PKKê cûda bû niha li Ewropa dijî. Ewên din jî hemû saxin û niha serkirdayetiya PKKê dikin. Di dîroka siyasi ya Kurdistanê de, PKK nikarîye digel tu partiyan îdare bike. Baweriya Stalinî û Diktatorîya PKKê, li hemî perçeyên Kurdistanê bûye sedema çêbûna nakokîyên siyasi û piştî ji şerê birakujî. Li destpêka damezirandina PKKê ev partî hewl daye ku partiyên din nehêle û tesfiye bike.Jî bo vî karî jî her tişta ku kariye, ew kiriye. li Bakûr şerê hemî partiyên siyasi ya kurdi kiriye û li Başûr, Rojhilat, Rojava ji her wesa. Dîroka siyasia PKKê, dîrokek pir li xwîn û reş e! li wê wextê ku PKK hatiye ava kirin şerê nasyonalîzmên kurdi dike. Bi taybetî ji PDK û Barzanî û malbata wî. PDK gelek caran alikarîya PKKê kiriye, lê PKK hemî wext li dijî Barzanî û partiya wî PDKê şer kiriye.Di tevgera Kurdî de tu partî nebûye biqasî PKK tekrew û xwesepênertir, tu partiyek nebûye ji PKK cûnfiroştir û devpîstir, mediyayên PKK bûye bilindgoyekî baş ji bo cûndan û derewsazî. Ew kesên ku dîroka PKKê rexne dikin û dîroka reşa vê partîyê dibin ber pirsiyarê û dixwazîn PKKê weke xwe ji xelkî re bidin nas kirin, ji alîyê Medyayê PKKê bi xayin û xwefiroş dên navbirin.Rêbaza Apoçî rêbazekî xwesepên û tesfiyeçî ye. PKKê heta vê cihê ku deshilata xwe lê disepine, bawerîya wî bi azadîyê heye, heke bi xwe bû bi deshilatdar, îca tenê rêbaza Apoçî rast e yên di hemî xayin û welatfiroş in. Yên ku li Kurdistanê û bi taybetî ji li başûrê Kurdistanê bi bejn û bala PKK hildidin tenê rûyê derveyê ew partiyê dibînin, ji xiyanet û teror û cînayetên PKK hayedar nîne. Wate tenê çav dibînin û birû ji wan wenda ye.Kurdistana Sor, xiyaneteka reşa PKKê- Sala 1992 (Wekîl Mustefayov) Komara Kurdistana Sor ava kir, hêvîyek baş ji bo kurdên wê deverê peyda bû. Bajarê (Laçin) bû paytexta komarê, bajarên din ji weke (kevne bajêr, Kubatlî, çend bajarên din ji) beşek bûn ji vê komarê kurdî. Piştî ava kirina Kurdistana Sor, berpirsiyarên Rûsiye bi (Wekîl Mustefayov) re hevpeyvinek pêk anin, piştî ji wi re gotibûn: rayedarên hikumeta Azerbaycanê 3ê milion û nîv dolar didin wi, ji bo wê ku dest li kurdên Kazaxistanê helbigire û tenê bibêje: ku ev ne xaka Kurdistanê ye û xaka Azerbaycanê ye.Lê Wekîl Mustefayov ev tiştê bi tundî red dike u bersivek nebaş dide berpirsiyarên Rûs. Piştê vê tiştê berpirsiyarên PKKê kesên weke (Mahir Welat) ku serkirdeyekê navdarê PKKê û yêk ji damezirênerên vê partîyê ye û niha ji Rûsiye dijî û ji PKKê veqetiya ye. Digel çend kesên din li Rûsiye dibin û vê nûçe yê dizanin, diçin cem rayedarên hikumeta Azerbaycanê û ji wan re dibêjin: heke dewleta Azerbaycan çek û pere bide PKKê, wan Wekîl Mustefayov tesfiye dikin û Komara Kurdistana Sor heldiweşinin.Pişt re gelek çek û 4 milion dolar ji hikumeta Azerbaycanê werdigirin. Paşî ev çekan jê rêya kesekî bi navê (Menaf) ku xizmek nêzikî Wekîl Mustefayov bûye, vediguzin ji bo bajarê Van li bakûrê Kurdistanê û piştî re Menaf dikeve kemina cendermeyên Tirk û şehîd dibe. Paşî Mahir Welat û çend kesên din ji Wekîl Mustefayov re dibêjin ku divê biçe cem Abdullah Ocalan.Ku Wekîl Mustefayov diçe cem Apo, li wêderê de dê tesfiye kirin ji aliyê Apo û PKKê. PKK ji Wekîl Mustefayov re gotibûn: wan ji bo wê Kurdistana Sor têkbirin, ku Kurdistana mezin bê damezirandin. yanî bi vê tiştê Kurdistana Sor bi 4 milion dolaran firotin û Wekîl Mustefayov ji tesfiye kirin. Heta niha ji xelkê vê navçe yê ku li Kurdistana Sor pêkdihat, tu sozek wan ji bo PKKê tune ye. ji ber ku PKKê ev hêvîya wan kuşt ku wan hebû.Min bi xwe ji Wekîl Mustefayov bihistiye ku PKK wi tesfiye kiriye û Kurdistana Sor bi 4 milion dolar firotiye. Dilovan Elî

Back to top button