Nivîsar

Divê AKP li nasnama xwe ya reformist vegerê

AKP di nava xwe de rewşa hilbijartina gotubêj dike . Civîna Reveberiya AKPê di serokatiya Erdogan de pêk hat. Di civînê de behsa kêmbûna dengên AKPê hate kirin û Erdogan da xûyakirin ku , em di parlementoyê de negihatin armanca xwe.Li ser rewşa niha niviskarê rojnama Hurriyetê Abdulkadir Selvî behsa pêvajoyek nû ya AKPê dike û cih daye gotina Erdogan. Erdogan di civînê de gotiye: Divê em binêrin ji bo çi dengên partiyê bi vê awayî derketin.Di listeyan de xeletî çêbûne? Yan xeletiyên din çêbûne? Divê em vê pirsê zelal bikin û çewtiyan ji holê rakin.Li ser vê yekê Selvi dibêje: Erdogan peyamên ku ji senqukan derdikeve rast şirove dike û ji bo vê jî eve 13 hilbijartinin serdikeve.Selvî dibêje, Erdogan kongreya AKPê pêşwext çêdike, Erdogan gotiye di partiyê de hinek pirsgirêk hene, ji bo vê kongre gelekî girîng e.Emê kongereya xwe pêşwext li dar bêxin û partiyê berbiçavre derbas bikin û ji nûve pêkbînin.Erdogan gotiye , piştî kongreyê , emê giraniyê bidin xebata hilbijartinên herêmî, nabê em ji hewaya hilbijartina derkevin. Em li gel pirsgirêkên heyîn nikarin hilbijartina bikin. Divê ev pirsgirêk çareser bibin û em hilbijartinên herêmî de berbijêrên rast destnîşan bikin.Li ser vê axvtina Erdogan Selvî dibêje: Dê 1-8ê Temuzê hukumeta nû bê avakirin. Çend parlementerên nû hatîn hilbijartin kabîneya nû de cih digrin, serokwezîr Binali Yildirim dibe serokê Parlementoyê. Kabineya hukumeta nû ji 16 wezîran pêktê. 2-18ê Tebaxê di kongreya AKPê de reveberiyek nû tê hilbijartin.Selvî dibîje: Erdogan ji bo MHPê jî dide xûyakirin ku, dê Tifaqa Cumhur berdewam be Xwe ji gotinên ku MHP biîşîne dûr bikin.Selvî dide xûyakirin ku Erdogan pêvajoya nû de giranîyê dide 3 tiştan. Teror, Ekonomi û Siyaseta Derve.Selvî erdewamiya nivisa xwe de dide xûyakirin: Serastkirina pêwendiyan li gel Ewropa serê rojeva siyaseta derve de ye. Rewşa Awarte radibe, Kesayetên wek Mahmet Altan û Celalettin Can hatin berdan. Ji bo pêwendiyên li gel Amerika jî 18ê Temuzê dadgeha Keşeyê Amerikî Brunson heye, dikarê bête berdan. Mimkine ev tişt gavên bin ji bo pêvajoya nû.Erdogan lîderekê ku çewe dizanê şer bike ewkas jî dizanê hevkariya bike.Pêvajoya nû bi hêviyên nû destpê dike.Bi referanduma 16ê Nîsanê û hilbijartinên 24ê Hêziranê guhertina sistemê hate pejirandin. Pirsgirêkên siyasetê çareser bûn.Niha dora çarserkirina pirsgirêkên civakê ye.Ji bo vê jî divê AKP li nasnama xwe ya reformist vegerê .

  • Nivîskarê Rojnama Hurriyetê Abdulkadir Selvî keseke ku nêzikê Erdogan û Akpê ye û Erdogan gelek ji nêzikve dişopîne.

 

Back to top button