Cîhan

Divê Amerika pişgiriya Kurdistanê bike

Navenda Wîlson a lêkolînên stratejîk a Amerîkayê ragehand ku divê Amerîka piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike û divê têbigehe ku gelê Kurdistanê dest li wî mafê xwe bernade.Navenda Wîlson bi daxuyaniyeke derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê de belav kir û ragehand: ‘’Divê Amerîka bo serxwebûnê ku di referandûmê de piraniya dengan bidest xist û hevpeymanê Amerîkayê yê herî bawerî lê tê ye li rojhilata navîn, pêwîste piştgirî li Kurdistanê bike.Navenda Wîlson dibêje: ‘’Helwêsta Bexda û welatên cîran li hember referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê dihate hêvî kirin, lê helwêstê Amerîka ku naha ne diyar e, heman wî helwêstê Amerîka yê xirab bûye sedem ku Bexda û welatên din jî tund bin.’’Herwaha ragehand: ‘’Naha referandûm hate kirin, êdî ne pêkane ku em li bendê bin gelê Kurdistanê dest li mafê serxwebûnê berde, li gel hemû nerazîbûnên civaka navnetewî jî. Ji ber ew dest li mafên xwe bernadin û dijatiya wan kirin jî siyaseteke xelet e û dê şikest bîne.’’Navenda Wîlson dibêje: ‘’Divê siyaseta Amerîka di çarçoveya berjewendiyan xwe de be, ji ber vê jî bi red kirina serxwebûna Kurdistanê ve, Amerîka dê zerer li berjewendiyên xwe yên li navçeyê bide.’’Herwaha dawî de jî dibêje: ‘’Çima Amerîka tenê fişar li ser Kurdistanê dike, bila fişar li ser Bexda bike ku dest bi guftûgo bike.’’
Back to top button