Dosya

Divê bêyî qeyd û şerd ev şer raweste

Li gor agahdarîyên heyî, îro PKKê êrîşî pêşmergeyên PDKİ(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê) kirî ye. Diencama van êrîşan de kuştî û birîndar hene.Û li gorî agahîyan şer berdewam e.Berîya vê êrîşê ev çend rojin ku hêzên PKKê hêzên PDKİ yê dorpêç kiribûn. PKKê nerazîbûna xwe jibicîhbûna pêşmergeyên PDKİ yê li wan cîh û waran de daxuyandibû. PDKİ yê jî gotibû em li ser axaKurdistanê nin û em amade nin li gel PKKê danîn û stendinan bikin da ku, em zerarê negihînin hevdu,meseleyê bi hevdudîtinan hal bikin. Lê mixabin, hîna bersîva PDKİ yê nehatibû dayin, PKKê êrîşîpêşmergeyên PDKİ kir.Ev êrîşa careke din birîna ‘’birakujîyê’’ zindî dike. Ev êrîşa ne di berjewendîyên gelê Kurdistanê de ye.Everîş nayê qebûl kirin. Nayê qebûl kirin ku tu hêzek xwe li ser hêzeke din ferz bike. Destpêka her tiştîrêzgirtin û hevdu qebûl kirin e. Kurdistan ji nuha ve divê cîh û warê azadî, pirengî û demokrasîyê be.Di demeke ku Dewleta Başûrê Kurdistanê behsa serxwebûnê dike, di demeke ku piştgirîya navneteweyîjibo gelê Kurdistanê li çar perçeyên Kurdistanê jî xurttir dibe, di demeke ku DAIŞ êrîşê Kurdistanê dike, evşer dê zerarê bigihîne Dewleta Başûrê Kurdistanê jî, dê bi giştî zerarê bigihîne doza azadîya Kurdistanê jî.Ev êrîş li ser axa Başûrê Kurdistanê rûdaye.Divê berîya her tiştî, rêz li desthilatdarîya Hikûmeta BaşûrêKurdistanê bê girtin.Parlemena Başûrê Kurdistanê bangî herdu alîyan kir û got ‘’Werin di bin sîwana Parlemanê de em vêmeseleyê çareser bikin’’.Em piştgiriya vê banga Parlemena Başûrê Kurdistanê dikin. Berîya her tiştî divê bêyî qeyd û şerd ev şerêdi navbeyna PKKê û PDKÎyê de raweste. Kuştina Kurd bi destê Kurd, divê jibo hemû Kurd û Kurdistanîyanre heram be.Divê li gel Parleman û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Komîteyeke hevbeş ya ji nûnerên her çar perçeyênKurdistanê pêk hatî bê damezrandin. Û PKK jî, PDKİ jî li gel vê Komîteyê rûnin, jibo çareserkirinameseleyê rê û rêbazeke bêyî şer û pevçûn bê peyda kirin.Belê, ev şer û pevçûn ne di berjewendîya gelê Kurdistanê de ye, ne di berjewendîya gerîlla de ye, ne diberjewendîya pêşmerge de ye,ne di berjewendîya azadîya Kurdistanê de ye. Ev êrîş bes dê kêfa dijminêngelê Kurdistanê bîne, dê rê ji destwerdana dijminên Kurdistanê re xweştir bike.Divê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê jibo ev êrîş raweste û bêyî şer û pevçûn ev meseleya çareserbibe, dengê xwe bilind bikin. Hêza xwe bikin yek. 24.05.2015pak_logo_596376060

Back to top button