CîhanPolîtîk

Divê bi hêzên bejayî şerê DAÎŞê bikin

Da raporekê de, BBC giringiyeke zêde da hevpeyvîna xwe ligel Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku li Odeya Fermandehiya Opersyonan li nêzîkî Şingalê ligel wî lidar xistibûn û ew çavpêkeftin bû rojeva medyaya cîhanî.Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ji BBC re gotibû, dibe ku DAIŞ di nava mehekê de jinav biçe eger bê û civaka navdewletî bi temamî li dijî wê rabe.Herwiha gotibû,tevî ku Mirov nikare bêje DAIŞ lawaz bûye. Li vir û li wir hinek çeperan ji dest dide lê ji bo terorîzekirina mirovan, şêwazên sosret bikar tîne. Êrişên Parîsê jî dikevin çarçoveya vê yekê. Eger guvaş li ser neyê zêdekirin û pêşiya wê neyê girtin dê vê şêwazê hîn zêdetir bikar bîne.Di raporeke IB Tames de behsa daxuyaniya Mesrûr Barzanî hatiye kirin û wiha nivîsandiye, “Daxwaza bilez ji welatên mezin ên cîhanê kiriye ku hêza bejayî bişînin û tevlî şerê li dijî DAIŞê bikin, bo vegerandina wan navçeyên ku li Iraq û Sûriyê di bin kontrola DAIŞê de ne.”Herwiha amaje bi gotinên Mesrûr Barzanî derbarê karên terorîstî yên li Parîsê qewimîn, dide û dibêje Parîs zengila agahdariyê ye bo welatên rojava û di wî alî de hêvî xwestiye ku, ew ewrê ser Parîs derbs bibe û bibe sedema welatên cîhanê zêdetir tevlî şerê li dijî terorê bibin.Tê zanîn ku, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Odeya Fermandehiya Opersyonan li nêzîkî Şingalê ew çavpêkeftin lidar xistibûn.Amerîka û hevpeymaniya navdewletî berdewam behsa rol û giringiya serkirdeyên Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de dikin. 

Back to top button