CîhanPolîtîk

Divê diyalog di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbibe

 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Cyril Nann û şanda pê re kir.Di hevdîtinê de rewşa siyasî û bûyerên  piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê hatin guftûgokirin.Di civînê de de, Balyozê Almayayê daya xûyakirin ku, armanca wî ji vê serdanê hewldane ji bo destpêkirina guftûgoyeke vekirî di navbera Hewlêr û Bexdayê û kêmkirina probleman e.Mesrûr Barzani jî ku, cudahî bi gef û tundûtûjiyê çareser nabin.Barzani got: Pêwîst e Bexda dawiyê li tedabîr û biryarên zêderûyî yên li dijî Herêma Kurdistanê bîne. Pêwîst e civaka navdewletî piştevan û alîkarê be, ji bo Bexda dest bi guftûgoyên vekirî ligel Hewlêrê bike. Herwiha tekezî li ser wê jî kir, Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li her hewleke navdewletî dike, ji bo peydakirina aştî û aramiya zêdetir li navçê.Ji aliyê xwe ve, Balyozê Almanya li Iraqê ji bilî bilindnirxandina rola Pêşmerge di têkşikandina teroristan de û ewlehî û aramiya heye, amadehiya welatê xwe nîşan da, ji bo alîkarîkirina Bexda û Hewlêrê ji bo avakirina binemayeke hevbeş bo têgihêştin li ser dozên hevbeş. Tekez kir jî, aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ji Almanyayê re gelekî giring e.

Back to top button