Polîtîk

Divê em li hember lîstikên ku dixwaze şerrawestandinê sabote bike hişyar bin!

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê):Divê em li hember lîstikên ku dixwaze şerrawestandinê sabote bike hişyar bin!Piştî qetlîama hovane ya Pirsûsê hinek êrîşên HPG û YDG-Hê yên li dijî polîsan û hinek tevgerên wek rêbirrîn, revandina mirovan, şewitandina otomobîlan û hin cure çalakiyên bi vî rengî lidar ketin. Van kiryarên bi vî rengî,raya giştî ya Kurdistanê dixe nava hin endîşeyan., bi êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser barageyên PKKê yên li Kurdistana Başûr û qedexekirina çapemenîya Kurdistanê h van endîşeyan zêdetir dibin. Ev rûdanên bi vî rengî, mixabin nîşanên dawîlêanîn û têkdana şerrawestandinê ne.Û van rûdana, fikareyên me zêdetir kirîye ku, ew danûstendinên bi navê ‘’pêvajoya çareserîyê’’ berdewam dibûn, di eslê xwe de rê liber niyeta dewleta Tirk ya mijûl kirinê, xapandinê û jibo armancên xwe yên veşartî wext qezenc kirinê xweş dikir.Dewleta Tirk li gor lihevhatina nuh a bi DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) re, di polîtîkaya xwe ya li gel DAÎŞê de dê hin guhertinan bike. Dewleta Tirk van demên dawî, di herêmê de, jiber siyasetên xwe yên xelet, bi awayekî zelal tenê mabû. Bi qeneata me dewleta Tirk bi êrîşên hewayî yê li hember DAÎŞê, ji alîyekî ve xwest li herêmê vê rewşa xwe ya tenêmabûyinê ji holê rake, ji alîyekî jî xwest ji bo berjewendiyên xwe yên stratejîk şiklekî nû bide têkiliyên xwe û DAÎŞê û ji rayagiştî re bide nîşandan da ku hem li hember PKKê û hem jî li hember DAÎŞê ye.Ev operasyonên dawî yên dewleta Tirk tê maneya îlankirina şerekî nû. Lê çi heyfe ku ev rewş ji aliyê PKKê ve têra xwe bi hesasiyeteke polîtîk nehatiye helsengandin. Di derheqê van bûyerên dawîn de ku rîska dawî li şerrawestandinê bîne bi xwe re tîne, alîyê PKKê tehlîlên xelet kirine û li gor wê jî ketine nav çalakiyên xelet û bi van kirinên xwe jî ji hêzên tarî re jibo têkdanan rê vekirine.Tecrûbeyên heta îro dide nîşandan , dema ku têkoşîna siyasî û demokratîk bi pêş dikeve, hêzên tarî ji bo li hember vê pêşveçûnê bibin asteng, serî li her cûre dek û dolaban dixin. Û carna jî çepgir, kurd yan jî grûbeke îslamî, bi nezanî be jî dikarin bi çalakîyên xwe yên bê wext û nedicîde, rewşê aloztir bikin û ji bo van hêzên tarî zemînekê hazir bikin.Ji ber wê ev bûyerên dawîn yên HPGê ji bo êrîşên dewletê qismî be jî zemîn amade kiriye û bi vê maneyê çalakîyên xelet in. Û li welêt û di qada navneteweyî de, zerara wê digihîje deskeftin, alîkarî û piştgirîya têkoşîna azadîya Kurdistanê .Sîyaseta dawî ya êrîşkar a dewleta Tirk, herçiqas ji alîyekî ve nîşana di hilbijartineke awarte de destê AKP û Serokkomarê Tirkan Erdogan xurt kirinê be jî, lê di esasê xwe de ji bo rêlibergirtina çareseriya siyasî li Bakurê Kurdistanê ye, ji bo pêşîlêgirtina yekkirina ax û qezenckirina mewzîyên nuh yên Rojavayê Kurdistanê ye, zerargihandina meşa serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye; bi kurtî êrîşeke pirr armanc e. Gotina Serokkomarê Tirkan Erdogan ya “em ê bi tu awayî destûrê nedin ku li bakurê Suriyeyê dewletek bê avakirin” jî, sedema bingehîn ya van bûyerên dawî , têra xwe ronî dike.Hîn beriya van bûyerên dawîn û nuha jî hêzên tarî dixwazin nakokiyên di navbera PKK û Hizbullahê de dîsa nuh bikin,alozîyan zêdetir bikin. Em wek PAK, bi hesasiyeteke neteweyî, ji provakasyonên bi vî rengî re jî, ji çalakiyên çekdarî wek yên dawîn ên HPGê re dibêjin NA!. Divê em bizanibin ev cure êrîşên çekdarî ji provakasyonên hêzên tarî re zemîna têkdanê çêdike.Bi ‘’lîstikên Osmanîyan’’, bi nûçe û şîrovayên derew, hin xêrnexwaz hewl didin ku careke din hukumeta Başûrê Kurdistanê û PKKê bînin hemberî hev. Divê hem hikumeta Başûrê Kurdistanê û hem jî PKK bi xwînsarî û xweragirî û bi hesasiyeteke kûr tevbigerin. Divê em bi hişyariyeke neteweyî li hember lîstikên dijminên gelê Kurdistanê rawestin.Em êrîşên dewleta Tirk yên li ser baregayên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê û cîh û warên sivîl û herweha zext û qedexeyên li ser çapemenîya Kurdan , dezgehên civakî yên sivîl û partîyên siyasî, bi tûndî protesto dikin. Em van êrîşan wek dijmanitaya gelê Kurdistanê, wek dijayetîya azadîyê, demokrasîyê û çareserîyên aştîyane dibînin.Ji bo çarserîyeke demokratîk û aştîyane:Em bang li dewleta Tirk dikin ku divê êrîşên leşkerî yên ordîya tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û hemû qedexe û zilma li ser gel yekser werin rawestandin.Serê 90 salan e ku Dewleta Tirk siyaseteke ya li ser esasê şer û îmhayê diajo. Lê êdî aşkere ye ku vê siyasetê îflas kiriye. Loma em bang li Dewleta Tirk dikin ku divê êdî dersekê ji dîroka xwe bigre û dev ji vê siyasetê berde. Divê pirsa Kurd û Kurdistanê bi riyên siyasî were çareser kirin, ev yek jî îro dikare di bin çavdêrîya garantorên navneteweyî, bi statuyeke li ser esasê wekhevîya herdu gel û welatan bi awayekî aqilane, bi hemû hêz û grûbên Kurdistanî re bi rêya guftûgo û munaqeşeyan , bi “pêvajoya çareserî”yeke rastîn were destpêkirin.Ev serê du salan e ku rewşeke aram berdewam e, di vê rewşê de ji bo peydakirina çareserîyên siyasî dikare pêşveçûnek bi dest keve, loma divê ku PKK, KCK, HPG li hember her cure provakasyonan şiyar bin, ji ber ku pêvajoyeke hessas e. Divê jibo çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê ,bêyî ku em berê xwe bidin şiddet û tûnd û tûjîyê, em bikaribin rêyên siyasî û demokratîk xurt bikin û bi vê şêweyê, bi biryardarî tevbigerin û bixebitin.Em li vir gazî hemû beşên civaka Tirkîyê yên alîgirên azadî, edalet, wekhevî, demokrasîyê ne, û her weha dixwazin pirsa Kurdistanê bi riyên siyasî were çareserkirin dikin , divê li hember dek û dolabên hêzên tarî ku niyeta wan ew e ku atmosfera şerekî tevlîhev peyda bikin, li dij derkevin û di vî warî de li kêleka gelê Kurdistanê cîyê xwe bigirin.Em li vir gazî hemû hêz û grûbên siyasî û dem û dezgehên demokratîk û sivîl yên Bakurê Kurdistanê dikin, da ku ji bo muxatabê çareserîyeke rastîn a li ser esasê ku hebûna neteweya kurd û Kurdistanê wek bingeh digre, em hêzên xwe bikin yek.Her weha li Rojavayê Kurdistanê jibo desthilat û rêveberîyeke hevbeş ya leşkerî, siyasî û ekonomîk were avakirin, divê ENKS û TEVDEM Lihevkirina (Mutabeqat) Duhokê pêk bînin û bi taybetî jî di vî warî de bar dikeve ser milên PYDyê ku divê hessatir be, rê liber vê yekê negire..Em li vir bangî hemû partîyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, Hukumet û Serokê Herêma Kurdistanê dikin, da ku ji her demî bêtir yekîtîya xwe ya neteweyî xurttir bikin!Em bangî hemû hêzên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku ji bo azadiyê yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin.Em bangî hemû pêkhateyên têkoşîna azadîya herçar perçeyên Kurdistanê dikin ku piştgirîya hev bikin, zerarê nedin hev û di nav diyalog û koordînasyonekê de bin.26.07.2015Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)

Back to top button