CîhanDosya

Divê em pişgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin

Hakimê Medenê yê berê li ser Iraqê Jay Garner di panêlekê de derbarê Kurdistanê ragihand ku divê Amerîka piştgiriyê li serxwebûna Herêma Kurdistanê bike.Wî gerneralê Amerîkî ragihand ku Hikûmeta Iraqê di bin destê Hikûmeta Îranê de kar dike û divê Amerîka baştirîn alîkariyên leşkerî pêşkêşî Kurdistanê bike û berdewam Hêzên Pêşmerge perwerde bike. Herwiha divê hevpeymaniya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de bihêztir bibe, ji ber tekane hevpeymaniyê Amerîka li Rojhilata Navîn Îsraîl û Kurd in.Jay Garner gor ku, divê Ewropa jî zêdetir pişta Kurdan bigre û êdî her kes zanibe ku Saykis Bîko bi dawî hatiye û rê li pêşiya guhertinên nû yên li Rojhilata Navîn û li serxwebûna Kurdistanê nayê girtin.

Back to top button