Nûçeyên Kurdistanî

Divê Hemû Kurd Piştgiriya Avakirina Dewleta Kurdistanê Bikin…

Divê Hemû Kurd Piştgiriya Avakirina Dewleta Kurdistanê Bikin…

 

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

Miletê kurd, li Rojhelata Navîn bi hezar salan e ku  jiyana xwe didomîne.

Di hemandem de li Rojhelata Navîn miletekî kadîm  e û xwediyê dîrokeke dûrûdirêj e.

Li Rojhelata Navîn, ji aliyê hejmar de piştî miletê ereb, miletê duyemîn e.

Hezar mixabin, miletê kurd di sala 1639an de di navbeyna împaratoriya Osmanî û Farisî de bû du beş. Li Kurtdistanê du împaratoriyan desthilatdar bûn.

Parçebûna Kurdistanê di hemandem de parçebûna miletê kurd jî anî holê.

Him parçebûna Kurdistanê/miletê kurd, him jî bindestbûn û kolonîbûna miletê kurd û Kurdistanê, bû sedem ku çand û zimanê miletê kurd, aborî û civaka kurd pêş nekeve. Kurd li welatê xwe serwer û desthilatdar nebin.

Di wan şertan de miletê kurd ji bona dewleta xwe ya milî ava bike, di bin pêşengiya Mîr Bedîrxanê Botanê û Şêx Ûbeydûllah Nehrî de şerê millî domand. Ew şerên milî serkeftî nebû. Hezar mixabin miletê kurd nikarî dewleteke milî ava bike.

Lê şerê milî ya miletê kurd neqediya. Di despêka sedsala 20an de beriya ku Kurdistan bibe çar parçe, di bin serokatiya Şêx Ebdûlselam Barzanî de domand.

Ew şerê milî yê ku di pêşengiya Şêx Ebdûlselam Barzanî de dest pê kiribû, piştî ku Şêx Ebdûlselam îdam jî  bû,  Kurdistan bû çar parçe jî, li Başûrê Kurdistanê di bin serokatiya Şêx Ehmed, Mele Mistefa Barzanî û Mesûd Barzanî de heta îro domand.

Şêx Ebdûlselam Barzanî, daxwaz dikir ku Kurdistan otonom be, miletê kurd li welatê xwe desthilatdar, serwer, hukumran be.

Ev mîrasa û bernameya Şêx Ehmed,ji aliyê  Melel Mistefa Barzanî û Mesûd Barzanî ve jî hat meşandin.

*****

Ev trajediya parçebûna Kurdistanê û miletê kurd, piştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn, encama Peymana Lozanê domand, Kurdistan bû çar parçe.. Kurdistan ev car jî ket bin bandor û hegemonyaya çar dewletên milî û nîjadperest û kolonyalîst; Komara Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê, Sûriyeyê.

Vê parçebûna rewşa Kurdistanê û miletê kurd hîn xerabtir kir. Mafê milî yên miletê kurd bi tevayî ji holê rakir. Otonombûna kurdan ya dema împaratoriyan jî ji holê rabû.

Lewra Dewleta Tirk, Faris, Ereban hewil didan ku miletekî hevbeş ava bikin. Loma jî dixwestin ku miletê kurd bikin tirk, ereb, faris.

*****

Wek tê zanîn piştı Şoreşa Fransayê, ji bona miletan pêvajoyeke nû ya milî û ya avakirina dewletên milî dest pê kir. Piştî vê pêvajoyê li dinyayê gelek miletan dewletên xwe avakirin.

Lê li hemû parçeyên Kurdistanê serhildanê milî domandın. Li Baklûrê Kurdistanê serhildana Koçgirî, Serhildana mezin 1925an, serhildana ya Agriyê domand. Li Başûrê Kurdistanê serhildana Barzaniyan û Şêx Mehmûd Berzencî domand. Li Rojhelatê Kurdistanê serhildana Simko Axa domand.

Ew serhildanan bi qetlîama miletê kurd dawî hatin.

*****

Miletê kurd, bes di sala 1946an dewleta xwe ya milî, Komara Kurdistan ya Mehabadê di bin pêşengiya Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDKÎ) û Qazî Mihemed de  ava kir.

Hezar mixabin temenê dewleta Kurdistanê dirêj nebû. Encama xiyaneta Yekîtiya Sovyetan bi awayekî trajedîk hat ruxandin û Serokkomarê Kurdistanê û endamên hikûmetê hatin îdam kirin.

*****

Li Başûrê Kurdistanê, piştî ku Mele Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetan vegeriya, bi Hikûmeta navendûî ya Iraqê re girêdayî makezagona nû ya du miletbûn dipejirand û otonomiıa Kurdistanê, li hevkirin pêk hat. Lê vê peymanê nedomand. Loma jî di sala 1961an de di bin serokatiya Melle Mistefa Barzanî û PDK a îraqê de Şoreşa îlonê dest pê kir.

Şoreşa Kurdistanê, di 11ê Adara 1970yî de bi serket. Hikûmeta navendî ya Iraqê mecbûr bû ku Peymana Otonomiyê bipejirîne. Encama vê peymanê miletê kurd di bin serokatiya Melel Mistefa Barzanî de li Kurdistanê desthilatdar û serwer bû. Biryar hat girtin ku pirsa Kerkûkê jî  girêdayî bi plebîsîtê dê bê tespît kirin.

Hezar mixabin piştî ku Dewleta Iraqê û Rejîma Baasê rewşa xwe xûrt kir. Êrişî Kurdistanê kir. Miletê kurd di bin pêşengiya Serok Mele Mistefa Barzanî de berxwedaneke gelek baş nîşan da.

Hezar mixabin, Dewleta Iraqê ya Kolonyalîst, bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê, Emerîkayê, çar dewletên kolonyalîst zora miletê kurd bir.

Otonomî hat rûxandin. Li Kurdistanê qetlîamek pêk hat.

*****

Piştî rûxandina Otonomiya Kurdistanê welatparêzên Kurdistanê, PDK ya Iraqê û YNKê li dijî rejîma baasê şer domand.

Di encxama Şerê Kendavê (Korfezê) de bi daxwaziya Serokwezîrê Tirkiyeyê Ozal û bi biryara Emerîka û hevalbendên wê, Kurdistan bû herêmeke azad.

Partiyên Kurdistanê di herêma azad de Meclîsa Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê ava kirin. Hilbijartinên giştî li dar xistin.

Herdu partiyan jî biryar dan ku Iraq bibe dewleteke federal.

Partiyên Kurdistanê yek alî federalîzm meşandin.

Di sala 2005an de piştî Şerê Iraqê û dagirkirina Iraqê ji aliyê Emerîka û hevalbendên wê ve, makezagona dewleta federal bi referandûmê hat pejîrandin.

Irak bû dewleteke federal, Kurdistan jî bû dewleta federe.

*****

Dewleta Federe demekê baş dom kir. Hezar mixabin piştî ku Malikiyê baaasîst û nîjadperestê ereban, dest pê kir dezgeha dewleta federal xerab bike; di rewşê de guhertinek girîng pêk hat..

Ew jî bû sedem ku li Kurdistanê pêvajoya dewleta serbixwe dest pê bike. Di vê yekê de Kurd hezar heq bûn. Ji aliyê din de jî wek her miletekî, miletê kurd jî xwediyê maf e ku dewleta xwe ava bike.

Loma jî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşniyara dewleta serbixwe ya Kurdistanê;   pêşniyara dewleta Kongfederal jî ji ereba re kir.

Ev pêvajoya dewleta serbixwe ya Kurdistanê hatiye merheleke girîng û dawî ye.

Kurdên her parçeyan û hemû kurdên li dinyayê piştgiriya dewleta serbixwe ya Kurdistanê dikin.

Li dinyayê gelek dewlet piştgiriya dewleta serbixcwe ya Kurdistanê dikin.

Dewletên kolonalîst Îran, Irak, Sûriye li hemberî dewleta serbixwe ya Kurdistanê derdikevin.

Dewleta Tirk, bê deng e. An jî agahdariyên em ji reyadarên desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê digrin, ne li dijî dewleta Kurdistanê ye.

Hezar mixabin bi taybetî Dewleta Kolonyalîst ya Îranê vekirî li dijî dewleta serbixwe xebat dike.

Lê bi xwe ne bi awayekî wekaletî xebat dike.

Li Kurdistanê PKKê, Goran, beşek YNKê, beşek îslamî ji İranê re wekaletê dikin û li dijî dewletbûna Kurdistanê xebat dikin.

Divê hemû kurd piştgiriya projeya dewleta serbixwe ya Kurdistanê ya Serokê Kurdistanê bike.

Loma jî divê endamên ew partiyên li dijî dewleta serbixwe ne, divê an partiyên xwe ji ew rêya şaş vegerînin, an jî bi wan re pêwendiyên xwe qût bikin.

 

Amed, Adar 2017

 

 

Nerîna min :

Îro