Dosya

Divê li hember siyaseta Erdogan Kurd dengê xwe bidin HDP

Abit Gürses bersiva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Her çend HDP bêje, em partiyeke Tirkiyeyî ne jî, dengdêrên HDP’yê, bingeh û laşê HDP’yê ji Kurdan pêk tê. Di çavê partiyên dewletê da HDP partiya Kurdan e. Dewleta Tirk, Serokkomar Erdoğan naxwazin di bin navê Tirkiyeyîbûnê da jî be nûnerek legîtîm (meşru) yê Kurdan hebe. Ez û tu em çiqas rexne li Tirkiyeyîbûna HDP’yê bigrin jî, rexneyên me çiqas cîhê xwe da jî be, di rewşa îro da xeynê HDP tu partiyekî Kurd yan jî Kurdistanî nikare rolekî karîger bileyîze Pirs: Kurd li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê biçin ser sindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin? Û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger ne xêr çima deng nedin?Bersiv: Divê li hember siyaseta Erdogan Kurd herin ser sindoqan dengê xwe bidin HDP.Çima? Ji ber ku bi milyonan Kurd ku di nav sîstema dewleta Tirkiyeyê da dijîn. Her guhertineke siyasî, hiquqî, aborî, civakî tesîr li ser jiyan û hebûna wan dike. Hin kes dibêjin bila Kurd tev li hilbijartinan nebin, lê nikarin sedemekî mantiqî jî nîşan bidin. Bi sloganan tunne hesabkirina dezgehên dewletê û sîstemê, ne dewletê ne jî sistemê dikare ji holê rake. Îro nêzîkê 13 milyon Kurd li bajarên Kurdistanê da dijîn, ji van 13 milyonan zêdetir jî li Tirkiyeyê da dijîn. Wê Kurd çava bêjin hilbijartina Tirkiyeyê me alaqadar nake? Di rewşa îro da li Bakûrê Kurdistanê tevgerekî bi hêz ya rizgarîxwaz li ser xettekî neteweyî ku milletê Kurd bighijîne azadiyê tunne ye. Eger heba, bi perspektîfek neteweyî Kurd dikaribûn bigotana hilbijartinên Tirkiye me alaqadar nake, mixabin rewşekî wuha, alternatîfekî wuha Kurdistanî îro nîne…Çima Kurd deng bidin? Dengê Kurdan rolekî karîger dileyîze. Ji bo bi dest xistina mafên bingehîn yên demokratîk divê Kurd deng bidin, bibin xwedî helwest. Mixabin alternatîfeke wuha ku perspektîf û armanca wî zelal li Bakûr û li Tirkiyeyê nîne. Xwezî heba, Kurd jî bê dudilî (tereddut) bikaribana raya xwe bidana…Her çend HDP bêje, em partiyeke Tirkiyeyî ne jî, dengdêrên HDP’yê, bingeh û laşê HDP’yê ji Kurdan pêk tê. Di çavê partiyên dewletê da HDP partiya Kurdan e. Dewleta Tirk, Serokkomar Erdoğan naxwazin di bin navê Tirkiyeyîbûnê da jî be nûnerek legîtîm (meşru) yê Kurdan hebe. Ez û tu em çiqas rexne li Tirkiyeyîbûna HDP’yê bigrin jî, rexneyên me çiqas cîhê xwe da jî be, di rewşa îro da xeynê HDP tu partiyekî Kurd yan jî Kurdistanî nikare rolekî karîger bileyîze. Ji ber vê yekê divê Kurd dengê xwe bidin HDP. Sedemekî girîng yê din ji, ku Kurd dengê xwe bidin HDP’yê ev e, Erdoğan û AKP bi navê dijatiya PKKê, dijminatiya Kurd û Kurdistanê dikin. Berê ne Erdoğan ne jî AKP weka ku îro dikin, dijminatiya Kurdan nedikirin. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015 hetta îro derd û kulê Erdoğan ew e ku HDP’yê bi avakî tasfiye bike. Piştî teqina Sirucê, piştî kuştina du polîsan (havîna 2015), şerê çekdariya ku Erdoğan dixwast PKK’yê bikşîne navê, bi ser ket. PKK jî qet texsîr nekir, îcabeta vê vexwandinê kir! Bi vê jî nema bi navê yerel özerklik (xwe revebiriya heremî) dest bi kolana xendekan kir, qaşo dest bi ‘’şerê gelêrî’’ kir. Bû sedema kuştina bi hezaran Kurdan, mihacir bûna bi sedan hezar belengazan, wêrankirina bajar û bajarokên Kurdperweriyê. Bi vî avayî xwelî li serê xwe kirin, HDP’yê jî xistin nav xendekan! Mixabin HDP helwestek berpirsiyarane wernegirt ew jî xwe kir qurbana vê stratejiya pûç û vala.Erdoğan îro ne bi tenê dijminatiya PKK yan HDP’yê dike. Erdoğan aşkere dibêje ‘’Em rê nadin, nahêlin li Bakûrê Suriye, Bakûrê Iraqekî din pêk bê!..‘’ (Biz Suriye’nin Kuzeyinde yeni bir Kuzey Irak oluşmasına müsaade etmeyiz.) Bi dagîrkirin û talankirina Efrînê va nemaye, berê xwe daye cîhên dî.Erdoğan li hember Referanduma Kurdistana Başûr jî tehdîd û heqaretên xwe bê perva aşkere kir.Alikariya Tirkiye ji bo DAİŞ, CebhetulNusra û taximên cîhadîst ku li ser dijminkariya Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava hatibûn organîzekirin giha arş û alayê!Bi kurtebirî di roja îro da li hember Kurdistana Bakûr, Başûr û Rojava tehdîda herî mezin siyaseta Erdoğan e, divê Kurd li hember vê siyasetê helwest deynin.Xeynê kitleya welatperwer û kadroyên fedakar yên HDP û PKK, qasê gunehê xwe jî ez hez ji sîyaseta HDP’yê, kultura politik ya HDP û PKK’yê nakim. Lê belê li hember siyaseta Erdoğan, di rewşa îro da divê Kurd dengê xwe bidin HDP.Pirs: Gelo piştî hilbijartinan dê guhertin li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê çê bibin û çi bandor li ser pirsa Kurd bike?Bersiv: Di rewşa îro da ji bo serokatiyê şansa Erdoğan ji hemû berbijêran (adayan, kandidatan) zêdetir e. Eger pêlekî xurt û ji kûr va neyê, Erdoğan dê bibe Serokkomar, lê ne Serokkomarekî adetî (normal, sıradan) li gor destûra nû, selahiyetên Erdoğan Sultanên Osmaniyan jî zêdetir dibe. Civaka Tirkiye çiqas ji vê sîstemê re amadeye ne dîyar e. Wê ev sîstem di berjewendiya Kurdan da be, ne dîyar e. Encamên hilbijartina parlamentoyê dê çava be? HDP benda (baraja) ji sedî 10 derbas bike yan na? Eger HDP ji sedî 10 derbas bike, Erdoğan û MHP nikarin piraniya parlamentoyê pêkbînin. Yanî tiştekî misoger nîne. Bê guman eger HDP ji sedî deh derbas bike dikare rola kilit jî bileyize.Gelo HDP dîsa weka hilbijartinên 2015an de kiribû, dê dîsa siyasetek dij bi şexsê Erdoğan bimeşîne bêje, ‘’em te nakin serok’’ (seni başkan yaptırmayacağız) yan rola xwe kilit ji bo berjevendiya mafên Kurda û demokratîzekirina Tirkiyeyê bi kar bîne? Ne dîyar e!Erdoğan hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê bi tenê serê xwe qazanc bike, kes nikare wî bide sekinandin, hetta ku serê xwe ji xeynê Kurdên bê xwedî, quvvetekî din, belayekî din, li kevirekî din bixe!..Pirs: Piştî hilbijartinan, encam çi be bila bibe, dê pêvajoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa Kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?Bersiv: Sedema esasî ku dewleta Tirk dixe krîzekî siyasî, ekonomîk, doza Kurd û Kurdistanê ye. Bêguman hin pirsên civakî, hiquqî, aborî jî hene, lê belê sedema agresivbûna Tirkiyeyê ku ekonomiya wî têkdide, pirsa Kurd û Kurdistanê ye.Eger pirsa Kurd nebaya çima Tirkiye DAİŞ’ê grubên wek wan xwedî bikira?Tirkiye li hember çekdarên PKK çiqas asker, polis, muxbîr, korucu finanse dike?Mesrefa ordiya Tirk salane çiqas e? Ji sedê çend ji ber pirsa Kurd û Kurdistanê ye?Bi navê ‘’terorla mucadele’’ dagîrkirina Efrînê, bombardimanên çiya û baniyên Kurdistanê…Mirov dikare gellek bijmêre.Pirsa Kurd û Kurdistanê ji Erdoğan, AKP, PKK, HDP pir meztir e, gellek kevintir e. Erdoğan be yan liderekî din be, îro be yan sed salê din be, li pêşiya dewleta Tirk da 3 rêy hene.Reya herî maqûl, çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê li gor pîvanên hiquqa milletan e.Rêya duyemîn berdewamkirina siyaseta bindestkirin, înkar, asîmîlasyon, xapandin e.Rêya sêyemîn nehêlana Kurdan e. Ev jî ne tu rê ye!Hêvîdarin ku siyasetmedarên Tirk weka siyasetmedarên demokrat û hemdem bifikirin, tevbigerin. Ji ber ku hetta niha tu dewlet li ser dijminkariya Kurdan abad nebûye!…

Back to top button