Dosya

Divê pêvajo berdewam be

Hereketa Azadî di derbarê bûyerên dawî û êrîşên Tirkiye yên li Başîrê Kurdistanê daxûyaniyek belav kir. Bangawaziya me ew e ku bila dewleta Tirkiyê operasyonên ku li Kurdistanê dane destpêkirin, tavilê bide rawestandin û divê ku her du alî agirbestîyekî mayînde û tahkîmkirî îlan bikin.Ji Raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyê reBi Navê Xwedayê Rehman û RehîmMafdarî û rewatiya têkoşîna azadî ya Kurdistanê ku bi sedan salan e didome, ne mijara ti nîqaşê ye. Bi vê yekê re domandina şerê ku di navbera PKKê û Dewleta Tirkiyê de ku ji salên 80yî dest pê kiriye, ji ber maliyet û xisara daye gelên Kurdistanê û Tirkiyê, ji ber wendahiyên maddî û manewî, li hemberî rewşa heyî ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê, eşkere ye ku ne li gorî mesleheta ti alîyê ye.Pêvajoya Çareserî û Aşitiyê ya ku li ba gelên Kurdistanê û Tirkiyê bi erênî hate pejirandin, divê wek daxwaza gel bê fêmkirin û divê piştgiriya ku HDPê di hilbijartina 7ê Hezîranê de wergirtiye ji bo ‘’aşitiyê’’ wek derfet bê nasîn û divê derketina pêş ya muxatabên sivîl divê wateyê de bê fêmkirin.Ji ber vê sedemê; ji bo ku Dewleta Tirkiyê û PKK dîsa li ser agirbestê li hev bikin, ji bo ku ev agirbest mayînde be û ji bo tahkîmkirina hin gavên din pêşiyê;1-) Divê operasyon û êrîşên xeyrî meşru yên ku Dewleta Tirkiyê li Başûr û Bakurê Kurdistanê ji 24ê Tirmeha 2015an ve daye dest pê kirin, tavilê bê rawestandin,2-) Divê dawî li raseriya polîsan û operasyonên binçavkirinê were anîn ku hemû li hemberî nûnerên saziyên sivîl û siyasî hatine kirin û divê kesên ku hatine binçavkirin demildest bê berdan,3-)Divê dawî li hemû çalakiyên ku ji aliyê HPG û YDG-Hê bi armanca misîlemeyê û diserî de li hemberî hedefên sivîl hatine kirin, yên wekî rê birînê, wesayît şewitandinê, mirov revandinê, were anîn.4-) Em bang dikin ku bila Dewleta Tirkiyê tavilê dawî li sansur û astengiyên li hemberî medyayê Kurdistanê bîne, ku ev hemû sansur û astengî xeyrî hiqûqî ne û antî-demokratîk in.Ji bo aşitî û çareseriyek mayînde ku bi muzakereyek civakî re, em bang dikin ku;5-) Bila gelê Kurdistanê li ser bingeha statuyekê xwebixwe rê ve bibe,6-) Bila bi aîdiyeta xwe, xwe bi rêxistin bike û siyasetê bike,7-) Bila hemû astengiyên li pêş zimanê Kurdî bê rakirin û zimanê Kurdî wek zimanê perwerdehiyê bê pejirandin,8-) Bila zimanê Kurdî li Kurdistanê wek zimanê fermî, li Tirkiyê jî wek zimanê fermîyê 2yemîn bê qebûlkirin û bila ev yek wek daxwaza saziyên siyasî yên Kurdistanî û daxwaza gelê me bê bersivandin.Ji bo vê yekê; em banga her du aliyan dikin ku bila tavilê agirbest bê îlankirin û ev agirbest wek agirbestek mayînde were pejirandin û di vê mijarê de em daxwaza piştgiriya hemû derdorên siyasî û dinyaya medenî dikin.27.07.2015, AmedJi Bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

Back to top button