Polîtîk

Divê PKK ji Şingalê derkeve

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe de ligel Mîrê Êzdiyan de, ragihand ku Hikûmeta Kurdistanê dixwaze di nêzîktirîn dem de dest bi avakirina Şingalê bike, lê hebûna çekdarên PKKê li navçeyê bûye pirsgirêk ji vê yekê re.Îro Dûşema 13-3-2017, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dihokê ligel şandeke Êzdiyan bi serokatiya Mîr Tehsîn Beg û bi amadebûna kesayetiya Êzdî Babe Şêx û hin endamên Encumena Rûhanî û rewşenbîr û rûspî û serokeşîrên Êzdî li Şingalê û deverên din ên Êzdiyan re, civiya.Di wê civînê de, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê berdewam e li ser hewlên xwe bo naskirina karesata Şingalê wek jenosîdekê li ser asta navdewletî. Derbarê vê yekê de jî amaje bi kar û çalakiyên komîteya Hikûmeta Kuridstanê ya di derbarê vê yekê de, kir û got ku ji bo vê pirsê çi ji destê Hikûmeta Kurdistanê bê dê bike. Herwiha tekez kir ku hewlên Hikûmeta Kurdistanê ji bo rizgarkirina xwişk û dayikên Êzdî ji destê DAIŞê, berdewam in û bi hemû hêza xwe kar ji wê yekê re dikin.Serokwezîrê Kurdistanê behsa wê yekê kir ku ew dixwazin di nêzîktirîn dem de dest bi kampanyaya avakirina Şingalê bikin, lê hebûna çekdarên PKKê li navçeyê bûye pirsgirêkek ku Hikûmeta Kurdistanê û civaka navdewletî nikaribin wek pêwîst kareke ciddî li ser vê pirsê bikin.Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku di dema rizgarkirina Kobanî de, çawa Pêşmerge di wê operasyonê de beşdar bûn û piştre di cih de vegeriyan Herêma Kurdistanê, niha em heman hêviyê ji PKKê dikin. Serokwezîrê Kurdistanê hêvî xwest ku PKK ji hestiyarî û aloziya rewşê fêm bike û bi aqilî ligel vê pirsê kar bike. Herwiha tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê qet şer û nakokiyan naxwaze, lê bi ti awayekî jî xweferizkirina bi zorê ji ti hêzekê qebûl nake.Piştre, di gotinekê de, Mîrê Êzdiyan û endamên wê şandê sipasiya Nêçîrvan Barzanî kirin li ser vê hevdîtinê û li ser hewlên wî yên berdewam bi taybetî jî di pirsa azadkirina wan jinên Êzdî ji destê terorîstên DAIŞê û destxweşiya civaka Êzdî pêşkêşî wî kirin. Herwiha daxwaz kirin ku di pirsa naskirina pirsa Şingalê de û ew karesata ku hatiye serê Êzdiyan, ku ji bo ew karesat li ser asta navdewletî de wek jenosîd bê naskirin, Hikûmeta Kurdistanê hewlên xwe berdewam bike û bi zûtirîn dem piroseya avakirina Şingalê û vegera jiyanê bo navçeyê destpê bike. 

Back to top button