CivakDosyaPolîtîk

Divê Şingal ji çeteyan bête pakijkirin

DIVÊ ŞINGAL JI ÇETEYAN BÊ PAQIJKIRIN Û TÊKEVIN BAŞÛRÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊPêşmergeyan ku li başûrê Kurdistanê hovên DAIŞê şikandin, niha însiyatîfa şer girtine destên xwe. Armanca herî mezin a Pêşmergeyan ku di demên dawî de derdorê ji çeteyan paqij dikin, paqijkirina temamê Şingalê û azadkirina wê derê ye.Şingal ji ber erdnîgarîya wî û giriîngiya wî ya stratejik, ne bi tenê ji bo DAIŞê ji bo dewletên Îran/Iraq/Sûrîye û çeteyên bi van dewletan ve girêdayî ye jî cihek e ku hesaban li ser dikin. Bi taybetî jî PKK ji roja ewil de di vî mijarî de rokele qirêj girtîye ser milên xwe û di vê rola xwe de hîn berdewam dike. Ji ber vê yekê rizgarkirina Şingalê têkoşîneke zehmettir û girantir pêwîst dike.Rêvebirîya Başûrê Kurdistanê ku demek dirêj e ji bo harekata Şingalê amadekarî dike û bi baldana gelek tesîran xebateke titîz dike, piştî ku sînyalên harekata Şingalê da çete dîsa ketin dewrê. Medyaya PKK dîsa wek hergav bi nûçeyên derew ket nav hewldanê ku harekatê texil bike.PKK a ku bi awayeke bi DAIŞê re koordîne midaxeleyê Şingalê kir (Bi wî dan kirin), zêdetir bi dezerfonmasyonan dixwaze xizmetî xwedîyên xwe bike. PKK a ku bi operasyonên têgihî wek nûçeyên derew, bûyerên çêkirî û bi montajkirina dîmenên li cihên cuda hatine kişandin xizmetî DAIŞê (Di eslê xwe de ji dewletên Îran/Sûrîya/Iraq) kir; ji bo Pêşmergeyan bêîtibar bike bi her awayî nebaşîyan kir/dike.PKK a ku bi ser hemû qirêjîyên xwe nikaribû pêşî li serkeftinên Pêşmergeyan bigire, serî li rêya şirîkbûna serkeftinan dide. Dema Pêşmerge bi DAIŞê re şer dikin, PKK li derdorê bi daliqandina perçeyên potên xwe yên gemarî û sûretên “seorkê” xwe yê cahş rolê rizgarkerîyê dilîze û xema reklam kirina xwe dixwe. PKK a ku bi hezaran Kurdên Êzîdî ji cihên wan kir û wan kir penaber, dixwaze ji neçarîya wan fêde bike û wan li hember Pêşmergeyan/Kurdistanê bi kar bîne. Me mînaka vê ya herî qirêj, di çalakîya bêbinyad a li Parlamentoya Elmanya de dît. PKK bi qasî ku ji jinên Êzîdî re bide gotin “Çekan nedin Pêşmergeyan/Barzanî” xwe xist. Niha jî heman PKK nizmayîya ku ji jinên Êzîdî re bide gotin “Êzîdî ne Kurd in” dike û bi wî awayî nîşan dide ku di dijminantîya Kurd/Kurdistanê de bêsînor e.Medyaya PKK a ku piştî sînyalên operasyona Şingalê ji alîyê Pêşmergeyan ve yekser derket holê, derewên “PKK û rêxistinên wî amadekarîya rizgarkirina Şingalê dikin” bela dike. Zêdetir PKK a ku bi gotinên “Pêşmerge rêya Şingal-Rojava girt” dixwaze berê xelke bide cihên şaş, eşekere dixwaze li hember paqijkirina DAIŞê ji alîyê Pêşmergeyan ve bibe asteng.PKK pêşîyê wê hewl bide ku operasyona Pêşmergeyan bo Şingalê asteng bike. Ger bi ser nekeve wê bi derewên “Min jî şer kir” bixwaze bibe şirîkê serkeftinê. Paşê jî wê xwe li derewa “Yekîtiya Kurdan” ku wan vê ji holê rakirîye bigire û bixwaze li ser Şingalê bibe xwedî peyv û bi wî awayî di bin navê “Kanton-Xweserî” bibe asteng ku Şingal bi Kurdistanê ve were girêdan. Ji bo mirov vê listîkê bibîne ne hewceya ku zêde zîrek be; ji xwe pêşeroj û mîsyona PKK eşkere dike ku wê bi awayeke din nebe.Ger em bala xwe bidin mîsyona PKK emê zêdetir nikaribin ji rastîya ku nakokîya serke ya Kurdan PKK ye birevin. Em bi salan e vê rastîyê tînin ziman û di xala ku “Bêyî ku PKK bê bêtesîrkirin ne başûrê Kurdistanê dikare serxwebûnê bidest bixe û ne jî li perçeyên din deskeftîyên netewî bên bi dest xistin.” hemû kesî hişyar dikin. Di vî warî de gelek nivîsên me hene.Di asta niha de rastîya mîsyona qirêj a PKK hêdî hêdî tê dîtin. Bi taybetî jî tevgerendina başûrê Kurdistanê li gor vê rastîyê gelek girîng e.Bi qasî muhîmiya paqijkirina Şingalê ji DAIŞê, belkî jê gelek zêdetir jî lazim e ji PKK bê paqijkirin. Ger Şingal û temamê başûrê Kurdistanê ji PKK neye paqijkirin/bêtesîrkirin, wê berdêlê wî temamê Kurdan gelek giran bidin.Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê;Hêvî dikin ku di operasyona Şingalê de bal li ser hebûna PKK jî be û tevlî DAIŞê PKK jî ji Şingalê bê derxistin.Di heman demê de em li bendêne ku di berdewama operasyona Şingalê de bêyî dudilîyê têkevin başûrê rojavayê Kurdistanê. Lazim e Pêşmergeyên başûrê rojavayê Kurdistanê (beyî ku li benda pesendkirina tu kesî bimînin) berdêla wî çi dibe bila bibe têkevin başûrê rojavayê Kurdistanê û di berdewamîya wê de hêzên başûrê Kurdistanê piştgirîya wan bikin. Ev gav bi ser ku wê lîstika qirêj a li başûrê rojavayê Kurdistanê bidawî bike, wê bibe sedem ku bi başûrê Kurdistanê re yekbûna wan ava bibe. Di rastîyê de çêbûna îdiayên serxwebûna Kurdistanê, bi avêtina vê gavê ve girêdayîye. Ji bo vê destkeftîyê mirov dikare hemû rîsk û berpirsyarîyan bigre ser milên xwe. Divê midaxelekirina başûrê rojavayê Kurdistanê ku bi qasî ji çîrokên “yekîtî û birakujî”yê re neye qûrbankirin girîng e û rast e, zêdetir neye derengxistin. Tevlî mirovên binamûs ên ku di nav PKK de cih digirin, wê qismek mezin ê Kurdan di operasyoneke bi vî rengî de li gel Rêvebirîya Başûrê Kurdistanê/Pêşmergeyan cih bigire. TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ27.10.2015

Back to top button