Vîdeo

Divê veguhastina siyasî bê gotubêj kirin

Peyamnêrê K24ê li Cenêvê Bergeşt Akeryî ragihand, piraniya endamên hersê şandan (Rêjîm, opozîsyon û NY) gihêştine Cenêvê. Biryar e jî demjimêr 13:00 bi dema Hewlêrê şanda rêjîmê bi Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura re bicive.Endamê Desteya Bilind ya Opozîsyonê û Nûnerê ENKSê di nava Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Ebdilhekîm Beşar ji K24ê re got: “Em nikarin bibêjin ku îro danûstandin dê dest pê bikin, îro şanda Desteya Bilind ya opozîsyonê dê ligel De Mistura bicive. Li gor me divê pirsa sereke ya di danûstandinan bê gotûbêjkirin, pirsa veguhastina siyasî be, heger ligel De Mistura me karî vê pirsê bikin ya sereke di danûstandinan de, piştre dikarin li pirsên destûr û hilbijartina guftûgo bikin.” https://www.youtube.com/watch?v=VLWyWYwyA-I   

Back to top button