Malper | Dosya | Ev jî demokrasiya parlamentoya Kurdistanê

Ev jî demokrasiya parlamentoya Kurdistanê

Duhî parlamentoya Kurdistanê bi armanca minaqeşekirina budceya herêma Kurdistanê civîneke awertre saz kir.

Di civînê de parlamenterên ser bi kutleya Goranê nerazîbûna xwe li ser awayê birêveçûna minaqeşeyên li dor budceyê diyar kir û maseyên pêş xwe kutan û rewşa civînê têkda û paşî ji lokala civînê derketin derve.

Li dor wê bûyera di civîna parlamentoya Kurdistanê de çêbûy, dîtinên cida di medyayê de hatîne weşandin.

Îsmayîl Gilaley parlamenterê ser bi firaksyona Goranê dibêje: ”Serokatiya parlamentoya Kurdistanê dixast budceya herêma kurdistanê bê minaqeşe bê pasind kirin. Me weke parlamenterên Goran dixwest ku bi awayekî vekirî minaqeşeya budceyê bê kirin û sînor ji axaftinê re neyê diyar kirin. Serokatiya parlamentoya Kurdistanê bo her parlamenterkî/ê pênc deqîqe diyar kiribûn, û bi dîtina me ew kêm bû.”

Dilşad Şehab cîgirê serokê kutleya lîsteya Kurdistanê li dor wê bûyerê dibêje: ”Di dema minaqeşeya budceyê de 109 parlamenteran navên xwe nivîsîn da ku li ser budceyê baxivin. Ji ber ku jimara wan kesan gelek bû, serokê parlamentoyê bo her  parlamenterkî/ê pênc deqîqe diyar kirin. Ev yek di sîstema hemû parlamentoyên cîhanê de heye, eger ne wisa be civîn tu carî bidawî nabin. Ev helwestê parlamenterên Goranê ji lawaziya wane”.

Hin kesên şareza dibêjin ku ew helwestê lîsteya Goran ji lawaziya wan tê, divyabû Goranê pêşwext budceya bedîl hebaya û pêşkeşî parlamentoya biraya. Li gor kutleyên opozisyon weke adet budceya bedîl pêşwext amade dikin.

parlamento_Goran_387380874.jpg

Hin aliyên din dibêjin ku ew helwestê lîsteya Goran ji bo piropagendeya hilbijartinan bû û beşek ji kampaniyaya wan a hilbijartinên parlamentoya Îraqê bû, da ku bala xelkê Kurdistanê bo aliyê xwe bikêşin.

Li dor wê bûyerê serokatiya parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da û tê de dibêje ku civînên parlamentoya di hemû diyayê de isula xwe heye û ji deselatên serokatiya parlamentoyê de ye ku wextekê sînordar bo minaqeşeyê diyar bike û serokatiya parlamentoya Kurdistanê jî weke isul û li gor destûra xwe ew yek peyrew kir û pênc deqîqe diyar kirin.

Serokatiya parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de, herwesa, dibêje ku ev nêzîkê mehekê ye ku budceya herêma Kurdistanê li ber destê hemû parlamentara de ye û di nav komîteyên parlamentoyê de tê minaqeşe kirin û komîteya darayî û abûrî jî raporên xwe pêşkeşî kir bûn.

Wêne ji malpera Sbeiy


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Kurdistanê jineke Kurd karê taksîvaniyê bike çi dibe?

Li Kurdistanê jineke Kurd karê taksîvaniyê bike çi dibe?...



4 parlamenter ji Goranê cuda bûn
Her 4 parlamenterên Tevgera Goranê (Karwan Salih, Îsmaîl Gilaleyî, Peyman Ebdulkerîm û Ebdulrehman Zaxoyî) ji kutleya Goranê ya nav parlamentoya Kurdistanê îsîtfa kirin.  Li dor vê ...
Di nav parlamentoya Kurdistanê de şerebitil
Îro di dema civîna awerteya parlamentoya Kurdistanê de, di dema danûstandina navbera parlameteran û wezîrê  navxwe yê Kurdistanê de, endamekê parlamentoya Kurdistanê yê ser bi ...
Îmunîtêya parlamenteriyê li ser parlameterê Goranê rakirin
Îro parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya asayî de îmunîtêya parlamenteriyê li se wî parlameterê ser bi lîsteya Goranê ku, bitlekê avê vêtibû serokê parlamentoya ...
Şeş parlementerên Tevgera Goranê îstêfa dikin
Li gor nûçeyeke jimareya îro ya rojnameya Hawelatî  dê parlamenter dr. Şaho Seîr, dr. Zana Reuf û dr. Cafer Elî endamên parlamentoya Kurdistanê yên ser ...
Parlamenteran helwêsta hikûmeta Kurdistanê rexne kir
  Parlamenterên herêma Kurdistanê daxaz girtina konsolxaneya Tirkiyeyî li Hewlêrê dikin. Karwan Salih endamê parlamentoya Kurdistanê yê ser bi kutleya Tevgera Goranê, ji ber ku Tirkiyeyê di ...