Malper | Dosya | Mala me mala we ye Wan

Mala me mala we ye Wan

Wêne: Sinan Sahin

 

Mala me mala we ye Wan Kampanyaya gundiyên omeriyan ji bo waniyan

Kurdên Anatoliya Navîn xaniyên xwe pêşkêşê goriyên erdhêjê, waniyan dikin û dibêjin ”Mala min, mala te ye” Erdhêja Wanê wijdana gelek kesan bi bixwe re hejand, ne tenê yên li derdorê bajarê Wanê bixwe, li hemû herêmên kurdî û herwuha li welatên derve jî ji bo alîkirina waniyan ketine tevgerek xurt de û ev yek hê jî dom dike. Kurdên Anatoliyê ku li Swêd diminîn xaniyên xwe yên vala li welatê xwe pêşkêşê waniyan dikin. 

 

Hediye Guzel li ser kampanyayê bêtir agahî dide. Kurdên Anatoliya Navîn hem bajariyên Tavsancali/Omaro yê, torên civakî di internetê de jî bikar tînin. Di facebokê de bi zimanê tirkî û kurdî bi navê ”Tavsancali evindir Van” ve malperekê ava kirine.

Heta niha nêzikê 1800 endam tê de hene û ev hemû alikariyên cûrbecûr pêşkêşê waniyan dikin. Hinekan mifteyên xwe dane wan, hinek bi nivînan, hinek cilûberg, lîstokên zarokan û hinek jî pere dişînin.

Ji wan re bûye wek pirsekî malbatî, xwedî li xuşk û birayê xwe derketin. Hediye Guze dibêje ku nêzikê 40-50 malbat hene ku gihiştine Konyayê, jiber ku ziman û dîroka wan yek e,  ew xwe di nav ewlehiyê de dibînin.

Hediye Guzel, waniyek ku gihiştiyê maleke germ di klibekê di malpera wan ya fecebookê de behsa rewşa xwe dike: Ya rebb ! dibêje yek ji beşdarên malperê, "tu tîrêjkên rojê ku nava me germ dike bişîne Wanê, serma û zivistana Wanê jî ji me re bişîne. Xûşk û birayên me yên wanî di vê zivistanê dê şepirze neke!"

Berpirsê malperê Sinan Şahîn hinek ji çavdêriyên xwe li ser rewşa mêvanên gundê xwe di malperê dinivîse: "Di gel her tiştê jî zarokan dev ji leyîskên xwe bernedan. Li Konyayê zarokan hema ji me leyistok dixwestin. Zarok ber bi pêxwasiya xwe, bêcilûbergiya xwe û bênivînîya xwe nediketin. Di rastî de haya wan li her tiştê heye, dizanin cima êdi di mala xwe ya germ de ber pencerê li benda babê xwe namînîn. Ev di çavên wan de dixuya ku bi her tiştê haydar in, lê leyîskên wan hêvî ye ji wan re. Em jî leyîskên wan bi wan re par ve bikin da hêviyên wan kêm nebin.."

Ev nivîsa han dê ji zarokan re gelek lîstokan bîne bêguman.

Ne tenê xani dayîn, civak bi her rengê alîkariya mêvanên xwe dike. Hediye Guzel diyar dike da çima vê carê kurdên Anatoliayê ewqas çalak bûne. Ew dibêje ku berê jî çalak bûn lê dengê wan bilind nedibû. Vê carê me xwest ku em hebûna xwe nîşan bidin ji xuşk û birayên xwe re.


Zayele/Rojevakurd

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Mesrur Barzanî rewşa PDK dinirxîne (VÎDYO)

Birêz Mesrur Barzanî Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê li hevpeyvîneke taybet li gel televizyona Zagros TV de di derbarê kongreya 13 PDK û hengav û nêrînên PDK ji bo qonaxa niha ya Kurdistanê ronahî dike û siyaseta PDK û li heman demî de pêwendiyên PDK li ser asta navxo û Iraqê bi awayekî zelal eşkere dike. Eve jî videoya hevpeyvînê ye: ...



Gabrielsson: Guzel dengê jin û gelên bindest e
Seroka federasyona Ciwanên Çep Gabrielsson: Hediye Guzel dengê jin û gelên bindest e  Hediye Guzel ji Kurdên Anadola navîn e. Demek dirêje, di nava Partiya Çep (Vänster ...
Erdhejiya Wanê û rewşa Wan
Behra Wanê û çiyayê Eregê digrîn ji zarokên xwe re pir xemgîn in e. Çiya hisrê çavê xwe bi berfê dike der, behr jî mîna ...
Li Beyrûda Lûbnanê ya Xweşika Deryayan
Li Beyrûda Lûbnanê ya Xweşika Deryayan... Serpêhatiya Emîneya Xeloyê Remê Kobanî *...
Kurdên swêdê ji bo penaberên din nimûne ne
Lars Ohly piştî heşt salan dev ji serokatiya Partiya Çep ya Swêde diberde. Hem di dema serokatiyê de hem berya wê Lars Ohly pir ji ...
Rexnekirin berî xwendinê dibe?
 Di hinek malperan de kêys heye ku  xwendevan li ser nivîsên weşandî nêrina xwe binivîsin. Bêguman ev jî wek  gelek mafên demokratîk yê dî, dikare ...