Malper | Dosya | Roboskê parlamento û serokwezîrê Îraqê dan axaftinê

Roboskê parlamento û serokwezîrê Îraqê dan axaftinê

 

Fraksyonên parlamenterên kurd yên parlamentoya Iraqê kuştina 35 kurdên sivîl ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve şermezar kirin û daxwaz ji parlamentoyê kirin ku, piştevaniya hewlên Barzanî bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê bike. 

Parlamenterê Iraqê û endamê fraksyona komela îslamî ya Kurdistanê, Fatih Daraxayî ji AKnewsê re got:

- Di civîna îro (doh) ya parlamentoya Iraqê de, hemû fraksyonên kurd nerazîbûna xwe li hember bûyera kuştina welatiyên kurd li bajarê Sirnexê yê Tirkiyeyê nîşan dan. 

- Me di daxuyaniyekê de kuştina 35 welatiyên kurd li gundekî ser bi bajarê Şirnexê ji aliyê balafirên artêşa Tirkiyeyê ve şermezar kir. Her wiha me bi awayekî fermî daxwaz ji parlamentoya Iraqê kir piştevaniya hewlên serokê herêmê Mesûd Barzanî bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê bike.

Parlamenterê Iraqê yê ser bi tevgera Goran, Mihemed Kiyanî jî got ku, li her kuderê arîşeya kurdan hebe, ew arîşe ya hemû miletê kurd e, ji ber wê ”em piştevaniya her hewlekî dikin ku li gorî berjewendiyên kurdan be.” 

Kiyanî diyar kir ku, divê pirsa kurd li Tirkiyeyê bi awayekî aştiyane û diyalogê bê çareserkirin. 

Serokwezîrê Îraqê jî di daxuyaniyekê de bo radiyoaya Sumeriye daxaz ji Tirkiyeyê kir ku êrîşên bo ser kurdan rawestîne û bi rêya aşitiyê pirsa kurd li Tirkiyeyê çareser bike û got:

- Pêwîste Tirkiye ji bon açareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê des tj rêya şer berde û hizira xwe bide ser rêya aşitiyê, herwek çawa Îraqê mamile digel kurdên başûr dike.

weke tê zanîn di 28ê kanûna 2011ê de balefirên şerî yê Tirkiyeyê gunfê Roboskê yê ser bi wlayeta Şirnexê bombebarab kir û zêdetir ji 35 kurdên sivîl kuştin. 


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Jinekê êrîşê Esad kir(Vîdeo)

Doh serokê Sûrî Bişar Esad axavtinek kir û naveroka axvtina wî de tiştek tunebû. Piştî axvtina xwe xilas kir û li otomobila xwe swar bû jinekî ji nav xelkê çû ber otomobila wî û ew protesto kir û tif kir.Piştî bûyerê akibeta wê jinê nayê zanîn....



Parlamenteran helwêsta hikûmeta Kurdistanê rexne kir
  Parlamenterên herêma Kurdistanê daxaz girtina konsolxaneya Tirkiyeyî li Hewlêrê dikin. Karwan Salih endamê parlamentoya Kurdistanê yê ser bi kutleya Tevgera Goranê, ji ber ku Tirkiyeyê di ...
Parlamentoya Kurdistanê serdana Qilabanê dike
Parlamenterê Kurdistanê, Ehmed Wertî, diyar kir, şandeke parlamentoya Kurdistanê dê sibê serdana bajarê Şirnexê yê  bakurê Kurdistana  bike û sersaxiyê bide malbatên mexdûr ên komkujiya ...
Kerkûkî: Bûyera Roboskê wîjdana hemû mirovdostan hejand
  Kekmal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê duhî, roja çarşemiyê 04.12.2012 li ofîsa xwe ya tyabet li avahiya parlamentoya Kurdistanê pêşwazî li Aydin Selcen konsulusê konsulxaneya Tirkiyeyê ...
Kerkûkî: Divê Tirkiye demildest êrîşên xwe rawestîne
Serkê parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî  ji Tirkiyeyê xwest ku, demildest bombebarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bide sekinandin û bang li hikûmet û parlamentoya Iraqê ...
Ozer: Bêyî BDPê meşrûyeta parlamentoyê dê lawaz bibe
Mamostayê zanîngeha Sûleyman Demîral ya li Tirkiyeyê Prof. Dr. Ahmet Ozer ragihand ku eger parlamenterên serbixwe neçin parlamentoya Tirkiyeyê, meşrûyeta wê parlamentoyê dê lawaz bibe. Prof. ...